4 sal li ser şehîdbûna General Dr. Silêman re derbas bû

.

Beriya bi 4 salan weke îro Fermandarê Hêza Pêşmergeyên Agirî General Dr. Silêman û Pêşmergeyên PDKIyê Resûl Mihemedzade di operasyona Mûsilê de şehîd bûn.

Piştî êrîşên rêxistina terorîst a DAIŞê di Tebaxa 2014an de  fermandarê berê yê PKKê Sait Çürükkaya (Dr. Silêman) jî ji Almanyayê berê xwe dabû Başûrê Kurdistanê û ligel hevalên xwe “Hêza Agirî” ya Pêşmergeyên xwebexş ava kir û di bin sîwana Fermandariya Pêşmerge de beşdarî di şerên li dijî DAIŞê de kir.

 Dr. Silêman û Hêza Agirî li Mîhwera Dîcle û Mexmûrê û operasyona rizgarkirina Şingalê de kirin û rola wan cihê pesindayînê bû. Lewre bi rakirina mayînan û pûçkirina teqemeniyên rêxistina DAIŞê Dr. Silêman metirsiyên li ser jiyana bi hezaran Pêşmergeyan bi dawî dikir.

Di operasyona rizgakirina Mûsilê jî de Dr. Silêman û Hêza Agirî li sengerên herî li pêş cihê xwe girtin û dest bi rakirina mayin û teqemeniyên DAIŞê kirin. Li Başîkayê Dr. Silêman û Pêşmergeyê Partiya Demokrata Kurdistanê Îranê (PDKÎ) Resûl Mihemedzade di dema rakirin û pûçkirina teqemeniyên DAIŞê roja 26.10.2020an bi giranî birîndar bûn.  

Resûl Mihemedzade roja 27.10.2020an şehîd bû. Herwiha Dr. Silêman li ser fermana Serok Mesûd Barzanî ji bo tedawiyê bo Almanyayê hat veguhestin û ew jî li nexweşxaneyeke Almanyayê şehîd bû.

Serok Mesûd Barzanî unvanê “General” da Dr. Silêman û bi merasîmeke taybet a serbazî cenazeyê Dr. Silêman ji Başûrê Kurdistanê bo Bakurê Kurdistanê hat şandin û bi beşdariya bi hezaran kesan Dr. Silêman li Çewlika Bakurê Kurdistanê bi xakê hat spartin.

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn