- Lîwayên Hevbeş ên Pêşmerge û artêşa Îraqê 49 leşkerên Kurd veguhastin başûrê Kerkûkê.
Veguhastin ji bo temamkirina hevsengiya pêkhateyan e.
Biryara veguhastina 49 leşkerên Kurd ên Lîwayên Hevbeş 14ê Nîsanê hat bicihanîn û ew ber bi nêzîkî navçeya Hewîceyê ya başûrrojava yê Kerkûkê ve hatine veguhastin.
Li gorî şopandina Tora Medyayî ya Rûdawê, erkê wan 49 leşkeran li herêmên sînorî yên Kerkûk û Nînowayê bû.
Lîwayên Hevbeş ên Pêşmerge û artêşa Îraqê girêdayî Wezareta Parastinê ya Îraqê ne, erkê wan parastina valahiya ewlehiyê ye di navbera herêmên di bin desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de ye.
Berpirsekî Lîwayên Hevbeş ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“Veguhastina wan 49 leşkeran di çarçoveya bingeha hevsengiya niştimanî de ye.
Li wî cihê ku leşker hatine veguhastin valahî di rêjeya leşkerên Kurd de hebû.”
3 hezar û 200 leşkerên Kurd di Lîwayên Hevbeş de ne û erkê wan parastina herêmên Kurdistanî yên li Diyala, Kerkûk, Selaheddîn û Nînowayê ye.