5-Diyalektîka evîn û cenga Kurdistanî:

.

*Rêber Hebûn

Hatina Pêşmerga 1 taku bi hêzên parastina gel 2 re hemahengiyê bikin nîşanek î ji nirxê yekîtiya Kurdistanî çêkiribû, û hatibû duristkirin dema li hember rêxistina Dewleta Islamî sekînin, dema ew rêxistin xwest Kobanî 3 zeft bike, û têgihiştina deroniya civakî û çawaniya têgihiştina wê ji rêveberkirina aloziyên mirovî re û naskirina wê bi rahijtina zorbedî û bobelatên yên ji cengên serkarîtiyê ve tên, ew ceng mîna  kelem û rikberiyekê radiweste li pêş jiyana rojan e, û dihêle mirov bêhtir bi mirinê ve birame, ji ber ji destçûna nêzikan ve bendek heye, bi berketina nirxê jiyan û jiyankirinê ve girêdayî ye, û herwiha nirxê têgihiştina ligel mirovan ,û tiştê ku di heyînê de heyî mîna rasthatin û nişkaviyan, guhertina çarenûs û hişmendî û vebûna hizran, ji ber ku bûyer nerînê bi derbasbûna demê ve saz dike , û herçi kelem û zehmetî tên e mirov jî wî berve ramanbûn û mijolbûnê dibe, û herwiha tirs derbasî  hundirê wî dibe,ji bilî tirs,ew evîna a ku piştrast dike  tirs û berxwedanê û dûrxistina biveyê  û dayîna ked ji bo berketina rêya jiyanê, û li vir mêjîşuştin diyar dibe û dagirtina mêjiya pûç bi bandorên gotara olî a tundirew, ta takes piştî wê mîna dirindeyek î bi pergalek î mîna mirovan derkeve , û li gor wê pergalê gelek nîşan hene ji ferehbûna xirabiyê û  bi tundirewiyê ve tije bûn e, mîna dewar û lawirên çolan tên e rêvebirin ta bibin e alavek î ji bo guhertina neqşe û ricîman û sehneyekê ji bidawîkirina jimarkirina mezinan re .

 

Ev  ceng evînê diperitî ne, û evîndaran cerg şewitî dike, pişt re wana dike firtik, ji civakê re dibin helbest,stran û roman, ji ber ewên dîrokî û bi hemî kîn û çekên xwe yên jehrkirî ji rewanbêjî û têgihiştin ji deqa pîrozbûnê, bi tîpdarî Quranê li gor berketin û aliyê xwe pêkanîn, û perjeng û bizdanê li derê ku berî xwe didinê belav kirin , em meyze dikin ku tundirewî hewil dide wateya hevjiyanê, hestbûna bi aşîbûnê li cem civakê  û jiyanê bikuj e.

 

 Ev olperestî di çarçova axaftina hinek çekdarên kurd li ser, tê di çarçova tenazî û laqirdî ji astên ramandinê li cem cîhadiyan, dema bazdidin eger tlilîliyê jinek e çekdar bibhîsin, di baweriyê wana de ku eger bi destê jinek ê bimrin , wê ji buhişt bê par bin, û di vir de diyar dike ramanê bergiriyê ji ramanê ku ji tariya dîroka dirindî ve derketî, û di vir de jî siyaset dibe destikek î ji derxistina zordariyê û gefdana mirovên dilaram.

 

----------------

1- Pêşmerge ango hêzên Pêşmerge yê kurdî, hêzên leşgerî ne, ev têgeh li cem kurdan şervnên kurd nîşan dide, û wateya wê ya tîpdarî (yên di rûbirûbûna mirinê tên)

2- Yekîniyên parastina gel YPG  ewan yekîniyên çakdar kurdî ne, û dibin movikê hêzên Sûriya demukratî HSD.

3- Kobanî û bi Erebî Eyn el Ereb, bajarek î kurda ye li bakûrê Sûrî ye - rojavayê Kurdistanê.

 

 Ev paşmaviya olî siyasî bi dewlemendî û hêza xwe yê rewanbêjî ve navdar e û xistina wê di gotara a ji ajotinê li ser zordariyê ve pêkahtî ye, û li ser rewanbêjiya a başiyê maldigrê, û berî xwe dide cengê ,li ser bîngeha ku ê şer dike ew nûnerê xwedê ye û hatî ye ewlekar di weşana rêbazên wêna yên ku di Quranê de heyî, ne tenê di pirtûkê de lêbelê mezinên oldaran dibînin jî bi cîhad û pêkanîna ayînetê bi zorê ve destikek e pîroz e divê hebe ji bo weşana Islamê li ser rêbaza pêşiyan,  yên gîhiştin gelek deveran û  talaniyên xwe bi vekirinê ve binav kiribûn.

 

Û girêdana pîrozî bi sertbûnê ve ew bi xwe zikmaka bedkariyê ye û ew baweriya kor hişmendiyê xistibû girtîgehê, û xîlkê tariya xwînî û temara giran  lêkiribû, û bergirî  li nirxên hebûnê û hevjiyana civakî karek î bi rêk û pêk û girîng e li hember dîrokiyan , û ew bi xwe dibe mijara romana niştîmanî, yê diyar dibe bi tekoşîna civakê û rizgarbûna wê ji serdestbûna desthilatî û olî, û cîgirkirina jêhatîbûna a li dijî tarîbûna Islamî zor girîng e û rê li pêşiya Islamkirina civakê û windabûna wê di dîrokê de digre, dema dikeve di nav reftaran de, yên hişmendiyê biribûn e  valahî û derbaskirina li dîlbûn û pêreviyê.

 

Şer bi tundirewan re ne hêsan e , vegerandina navenda  bajarê Kobanî piştî şerên dijwar, nîşanên nû ji hevgirtinek e nû re nîgar kiribû, hatibû nîşandan bi serkeftina xwediyên erdê, û nûkirina girêdana wan bi welêt re, û pêşbirka gêncan ji bo wergirtina şehadetê, ev tişt nîşanek e girîng e di jiyana gelan de, bi paldana li ser mînakek e Kurdî gelerî ( ga dimre çerm dimîne, mêr dimere nav dimîne).

 

Wergirtina xelata nirxan armancek e buha ye , bergerên welatan dikin e pêş çavên xwe  û dibînin ew kêfxweşiyek e hundirî ye dema bi dest xwe dixînin, û kêfek e serkeftinê derbas dike, û di dîrokê de gotin û ravekirina heyî bi kêr naye  bibe destikek ji zanîna demê  re bi qasî wêjeyên mirovî û bi taybet jî roman, ji ber ew rewan, hest û raman pêşkêş dike, û ji ber ku bi huner ve girêdayî ye, ji dîlbûna qezenckirina siyasî û bîrdozî ve rizgar bûye, û ti felsefe di tiştek î  de hatî ye pîrozkirin nîne, ji ber dibe pût û destikekê ji bo çewsandina nasname û ramanên  kesên din deswa ku bête geşebêdankirin,û zordarî ji pîrozbûnê dixwe, pê tê hilandin , ji ber kesê bawermend ji bîrdoziya xwe pêve tiştek î nabîne,û xalê metirsiyê ji vir ve diyar dibe, ji ber yê bawermend cuda nake  di navbera hatinrêza xwe û hatinrêzên kesên din, û di baweriyên xwe de dibîne mîna kêrên birrek dijminatî dikşîne û herwiha serjê dike, û ev tişt di seriyê tundirew de tevdigere, û tiştê ku di hizrê wî de dizîvire ewa meyldariya xwe ji dîroka dirindî re û rêyên azarkirin û bikaranîna baweriya olî di xizmeta berferehkirin û serdestbûnê de li ser çarenûs û hatinan, û ketina di serpêhatiyê de çalakbûna ramanî li cem cîhadî  bin guhê hevdû xistibû,û wî bi rêve biribû li girtîbûn û radestbûnê ji beraxaftina olî û danîbû li pêş çavên xwe de mirinê ji bona dîtina buhişt û periyan, û şerê çi dijminkarek î an cudakarek î û wî binav dike hevrîçêker an ol berdayî, ev gotar ketibû jî di ramana sosialîzma şoreşgerî de, yê reweşta xwe ji hinek reftarên gotara olî ve wergirtibû, û ew jî pala xwe dide li ser mêjî şuştinê û balkişandina bijareya zigurd ji gêncan ve, li kêlek xwedawendîkirina  serok û kirina wî mîna Mehdiyek î libendmayî, û rewşa êlî  hîşt ku civak amade be ji çêbûna hinek pêngav di jiyana xwe de di derbarê jiyanî de, lê di warê ramanan de wê ew pêngav sîndordar bin bi hebûna desthilatek e siyasî ramanê takes radiwestîne  û wî neçar dike ku tiştê desthilat dixwaze ew bêje ne tiştê ku ew dixwaze bêje, û li vir de hişmendiyên destajo pir dibin û berketiyên cuda kêmtir dibin,û diyarkirina lehengiyên cemawerî ew jêhatîbûna netewî û mirovî geş dike, û piştrastkirina tekoşîna gelê rojava û başûrê Kurdistanê di rûbirûbûna tundirewiya olî de girîngiyek e xwe cîhanî heye, ji ber tekoşîndariya terorê ji dergeha welatê bindest ve pirsgirêka kurdî dûriyek e diyar dabûyêkî , û bi rêya wê hestên nefret û heznekiriyê ji aliyê tirkan ve gur kiribû, û karê siyaseta tirkî ketibû di çarçova rûbirûbûna çirûsîna berzbûyî ji pirsgirêkê re, û kêşeya demukrasî û vebûnê li ser azadiyan, û  ev tişt jî siyaseta dewletên herêmî sersima kir û hîştibû têkeve di rewşa bizdan û çavsoriyê de, û rabû dest bi  êrîşê bike li hember  wê terora a ku sînoran derbas dike li gor pesindayîna wê (Tirkî û Pkk e) bi çavê metirsî û jdiliyê,ji ber vê yekê tomarkirina wan lehengiyan û kirina wê di hişmendiya mirovê rojhilat navînî  de bi giştî û yê Kurdiatanî bi taybet alîkariyê dike gelek bi tevlîkirina cudahiyên bijardeyan di pêvajoya pêşesaziya jêhatîbûnê a dij ricîmên bizdan û gelemperatiyê ye , û komên cîhadiyan (mîr ji wan) hinek ji wan ji girtîgehên cuda a ricîmên  herîmî yên serkotker  derketibûn bi awyekî taybet , û hatin kedî kirin û derketibûn bi mebesta ku bibin e destikên gef û fişar û bizdankirina xelkên cîgehî û pişt re destikên bandor li ser xortên zigurd ji hemî deverên cîhanê ve, ji Ewrûpa, Asiya , Efrîqa bigre ta Isturaliya û Emerêka ve, ev teroraek e cîhanî û bi rêk û pêk e, kesên sûdwergirtî ji guhertina nexşeyan wêna bi rêve dibin, û danîna nexşeyên din li gor azwer û berjewendiyên wanî dûr, û Ewrûpa karîbû ( Elmaniya wek nimûne) bi rêya levanîna xwe bi Turkiya re xwediyên hevsengî û şiyan bikşîne cem xwe (pêlên penaberan 2015)  û ji wana re bernameyên têkelbûnê danîbûn ta karibin bi rêya koçberî û mayîna xwe bibin e destên karker, pêdivî û kêmaniyê dewletên xwe bigrin, û ev yeka tam girêdayî ye bi pêwîstiya gurvedana cengan li derverên mîna Sûrî,Îraq ,Efxanistanê , Lîbiya û Yemenê û ji bilî wana ji deverên belengaz û têkçûyî ve, û ev yeka jî gerentiyê dide wê ku çekên xwe bifroşe  û hemî van pirsgirêkan , firotina çek, penaberan, û terora a ku sînoran derbas dike girêdayî ne bi pêdiviya dewletên serdest di warê aborî de taku sûdê ji bobelatên bijardeyên xizan wergirin, yên derdên fişara ricîmên xwe yên serkotker dikşînin, û hebûna komên tundirew yên ewlehiya wêna berdewam dixin e di bin gef û metirsiyê de û wana dihêlin koçber bibin, ji bo dîtina pêşerojek e baştir ji nifşan re.

 

Ewa siyaseta şandina aloziyan û gerentiya hebûna wan û ev yeka gerentiyê dide hebûna hêza wê û bazara çekên wê ji  demek e dirêj re.

 

Ev e sermdariya bê sînor , Islama siyasî bi rêve dibe û Îran û Turkiya dihêle bibin e herdû bive di rojhilata navîn de, û miqayît dibe li ser mabûna rengê kevinşopî a sosialîst  bi wêneyê xwe yê lawaz û nîgaşî ve, û  yê tevger û rêveberkirina  pîs wê kurmî kiribû, û herwiha belavbûna gendelî û dûrkirinê di saziyên xwe de heta pileya helweşîn û jihevketinê, ji ber ku tiştê pereya siyasî  a hevbend bi aborî re pêktîne, nikare bîrdoziyên heyî û a ku li ser pirupogendeya hêvotinê û reftarên gelemperatî çêbûye pêkbîne, û zorenga îro tê nasîn  li ser gefxwarina aboriya dewletê.

 

Terora pîroz tê birûkeftin bi terorek e dij, cudabûn di navbera herdû teroran de ku a yekê dirinde ye, jiyanê jê dibe,û a din pêdiviyek e , bergiriyê li  jiyanê dike û hertim daxwaza wê dike, û Daiş nûnera Turkiya bû di şerê xwe de li hember Kurdistaniyan, û siware bû ji bo şerê kurdan.

 

Û nakokiyê di mala Kurdî de diqewime , bi rêya danîna gazindan li ser hevdû , û xwe şiştina ji berpirsiyariyê di warê gel de, û rewşa parçebûna siyasî , zehmetiyên bi dû hevdû ve  anî , û tiştê qewimî bû sedemek e ne zindî ji parçebûna siyasî û hebûna valahiyên civakî û nezanîkirina bîrdozî, diyar dibe bi xwedawendîkirina serkêşên giyanî, dewsa cîgirkirina ramenek e netewî rast , sereke û diyar, naye kurtaskirin bi hinek kes û nîşan.

 

Ev pevçûna xwînî nezanî û nezanîkirin girstir kiribû û ji cîhanê re tekes kir ku heta roja îro kanîn heye ku şerên mezin bi navê xwedê bê lidarxistin, ji ber ev yeka hîn çêdibe û bi xurtî tê xwestin, û bi sedan ekranên olî, sazî, û komelên nepenî û aşkere hene, û ev ragihandina ku jehrê berdide hişmendiyan, û ev gotara olî yê nehatibû guhertin, û ta roja îro lêvegera Islamî bi sernavê El Ezher tu car mukir ne kir ku Daiş dûrî mislimantiyê ye, tenê got ew misliman in û çênabe em wan gunehkar bikin, ev jî wate dide bi berdewamiya qurbaniyan û cîgirbûna zordariyê mîna çandek e pîroz e  di hundirê civakên rojhilata navîn de, û yên ku li deverên xizan, û barketî de dijîn , û bi şer û girtinheviyên berdewam ve tên e gefdankirin.

         

------------------- 

1- El Ezher: yek ji girîngtirîn mizgeftên Misrê ye , û yek ji navendên dîrokî ne  ji bo weşandin û fêrkirina Islamê, û herwiha yek ji navdartirîn mizgeftên şopî ne li Misir û cîhana Islamî de.

 

https://youtu.be/6uskCV2lNcc

 

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'