Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê, li rojhilatê sînorê Xan Yûnûsê di encama gulereşana leşkerên îsraîlî de 5 xwepêşanderan jiyana xwe dest daye.
Herwiha di destwerdana bi gaza rondikrêj de jî bi qasî 250 xwepêşander birîndar bûne.
Hat zanîn ku ji Îna hefteya borî heta niha, di mudaxeleyên ser xwepêşandanên filîstiyan de ku bi navê ‘Meşa Vegera Mezin' berdewam dikin, hejmara kesên ji ber êrîşên leşkerên Îsraîlê can dane gihîştiye 24 kesan.
Hêjayî gotinê ye, yek ji sedema girîng a xwepêşandanên ku dê 6 hefteyan berdewam bikin, tarîxa barkirina balyozxaneya Amerîkayê ya Telewîwê bo Qûdsê ye.