Li Tirkiyê Hikumeta AKP di çerçeweya OHALê de qanûn li pey hev derdîxîne; li gorî biryarnameya jimara 679ê ya di hikmê qanûnê de ku di Resmi Gazete de belav bûye; 5 klubên sporê yên Bakurê Kurdistanê; Şirnex, Cizîr, Dîlok û Meletîyê jî hatine girtin.
Klubên sporê ev in:
Kluba Sporê ya Darendeyê ya Meletîyê, Kluba Sporê ya Zanîngeha Zîrve ya Dîlokê, Kluba Sporê ya Ihtîsasê ya Siwarî a Dîlokê, Komeleya Kluba Sporê a Şaredarîya Sirnexê û Kluba Sporê ya 73 ya Cizîrê.