Hereketa Azadî, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Kurdistanî (PAKURD), PDK-Bakur û Partiya Sosyalista Kurdistanê (PSK) şkencaya li Serokê Giştî yê PAKURDê Îbrahîm Xelîl Baran hatîye kirin şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku bila dewleta Tirkiyê pabendê rêkeftina navnteweyî ya li dijî şkencekirinê be û bila lêpirsên derbarê kesên işkence kirine were pêk hatin.
Serokê PAKURDê Îbrahîm Xelîl Baran di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Rihayê ve dihat meşandin de di 11ê vê mehê li mala xwe ya li Rihayê ji aliyê polîsan ve hatibû desteserkirin.