512 rewşenbîr, hunermend, sîyasetmedar û kesayet li ser êrişa Îranê ya li Hewlêrê daxuyanî da.
Kesayetan di daxuyaniyê de êrişa Îranê şermezar kir û got, “Divê demildest ev êriş bên rawestandin û tedbîrên pêwîst ji bo dabînkirina ewlehî û aramiya jiyana gelê Kurdistanê ji aliyê civaka navdewletî ve bên girtin.”
Li Weqfa Çand û Lêkolînê ya Kurd (KURT-KAV)ê li ser êrişa Îranê ya li Hewlêrê civîna çapemeniyê hat lidarxistin.
Metna daxuyaniyê ya ku bi zimanê Kurdî, Tirkî û Îngilîzî hat amadekirin ji aliyê helbestvan Kerem Tekoglu, Celal Baykara û Şefîk Çolak ve hatin xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Ev zêdetirî sed sal in li Rojhilata Navîn şer û pevçûnên ku hemû cîhanê eleqedar dike û bandorê li ser wan dihêle, hîn jî bênavber didomin.
Sedema bingehîn a vê aloziya li Rojhilata Navîn, neheqiya dîrokî ye ku sala 1923an li Lozanê li gelê qedîm li Kurdan bûye.
Ev rewş wekî birîneke ne kewiyayî heta îro jî berdewam e, êṣ û azarên wê bi tundî û bênavber didome.
Gelê Kurd ku sed sal in mafên xwe yên neteweyî di bin serweriya dewletên cuda de hatiye desteserkirin, li dijî vê neheqiya dîrokî têkoşînên rewa dide.”
“Destkeftiyên Kurdistanê qebûl nakin”
“Di encama berdîlên giran de, li herêmên başûr û başûrrojavayê erdnîgariya Kurdan hin destkeftî hatin bidestanîn. Dewletên herêmê van destkeftiyên gelê Kurdistanê qebûl nakin.
Ji aliyekî ve dem bi dem komên olî cîhadî yên radîkal, tundrew berê Kurdan didin. Carna jî ev dewlet bi hincetên curbecur rasterast êrişî xelkê sivîl dikin.
Dijî welatiyên sivîl ên bê berevanî teknolojî û çekên modern ên wekî mûşek û dronan bi kar tînin sivîlan qetil dikin.
Dewlet di van êrişan de qet guh nadin rêgezên hiqûqa navdewletî ya şer, hemî qewl û qaîdeyan bin pê dikin.
Ev êriş bi awayekî sîstematîk, bê rehm û hovane berdewam dikin. Êrişa dewleta Îranê ya 15ê Kanûna Paşîna 2024an a li dijî Hewlêrê jî mînaka herî dawî ya vê yekê ye.
Bi dronan û bi roketan xaniyên malbatên sivîl ji xwe re kirin hedef, welatî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.”
“Dewletên herêmê ji bêdengiya civakên navneteweyî sûdê werdigirin”
“Êriş di heman demê de li dijî hiqûqa navneteweyî û nirxên mirovahiyê ye.
Divê demildest ev êriş bên rawestandin û tedbîrên pêwîst ji bo dabînkirina ewlehî û aramiya jiyana gelê Kurdistanê ji aliyê civaka navdewletî ve bên girtin.
Dewletên herêmê ji bêdengiya civaka navneteweyî û saziyên navdewletî sûdê werdigirin. Di vî warî de divê civaka navneteweyî ji bo aştiya herêmê û cîhanê tedbîrên lezgîn bigire.
Em li ser navê mirovahiyê, ji bo aştiya cîhanê êrişên li dijî Kurdan û destkeftiyên Kurdan diqewimin bi tundî protesto dikin.
Civaka Navdewletî, Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê, Rêxistinên Mafên Mirovan û em bangî hemû sazî û rêxistinên din ên navneteweyî jî dikin ku di demekê lezgîn de bikevin nava liv û tevgerekê.”
Hinek ji 512 kesayetên ku li hemberî êrişa Îranê ya li Hewlêrê bangewaziya hevpar îmze kirine ev in:
Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelik, Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan, Serokê berê yê Şaredariya Kozluxê Abdullah Kaya, Serokê berê yê Şaredariya Gimgimê Abdulbarî Han, Serokê berê yê Şaredariya Tetwanê Mehmet Ozalp, Serokê DIAKURDê Ednan Axacan.
Parlamenterê berê yê HDPyê Îmam Taşçier û Nusrettin Maçîn, Serokê berê yê Şaredariya Amedê Mehdî Zana, siyasetmedar Îbrahîm Xelîl Baran, Diyadîn Firat, Mesut Tek, Mîhanî Licokic, Necdet Buldan, Sertaç Bucak, Yuksel Avşar.
Civaknas-nivîskar; Îsmaîl Beşîkçî, lêkolîner û nivîskar Suzan Samanci, Rohat Alokom, Mehmet Malmisanij, Mutlu Can, M.Şukru Gulmuş, Tîmurê Xelîl, Vahît Aba, Alî Gurdilî, Receb Dildar, Arîf Zêrevan, Dursun Alî Kuçuk, Dîcle Anter, Eskerê Boyik, Mucahît Ozden Hun, Îbrahîm Gurbuz, Keya Îzol, Kurdo Baksî, Serbest Ferhat Sindî, Şakir Epozdemîr.
Rojnameger; Kutbettîn Ozer, Mehmet Sanri.
Weşanger Koroglu Karaaslan.
Zimanzan; M.Selîm Uzun û Reşo Zîlan.
Dîroknas û nivîskar Şerefxan Cizîrî.
Profesorê Fîzikê Îrfan Açikgoz.
Hunermend; Delîl Dîlanar, Nîlufer Akbal, Erhan Yildirim, Kemal Orgun, Rojîn Ulker, Serhat Bapîr.
Hekemê futbolê Eshat Darî.
Hiqûqnas; M.Alî Erdogan, M. Celal Baykara, Serhat Bucak.
Ji Xîret Fundationê Namdar Çamlibel, Romen, çalakvan Nicoleta Silica.