Fermandarê Mîhwerê Giwêr-Mexmûr yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Sîrwan Barzanî ragihand, di encama bombebarana kampa penaberan a Mexmûrê de, kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Fermandarê Mîhwerê Giwêr-Mexmûr yê Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî ji K24ê re ragihand: “Îro demjimêr 16:45ê droneke nenas malek li kampa Mexmûrê ku penaberên Bakurê Kurdistanê tê de dimînin, bombebaran kir.
Sîrwan Barzanî da zanîn, di encama bombebaranê de, kesekî canê xwe jidest da û 2 kes jî birîndar bûn. Herwiha got jî: “Ne diyar e ku mirî û birîndar çekdar bûne yan na.”