6 roj in agirê çiyayên Efrînê nehatiye vemirandin

.

Ji nêzîkî hefteyekê ye agir bi çiyayên navçeyên Raco û Bilbilê yên Efrînê ketiye û rûberên fireh ji dar, zevî û daristanan şewitîne û agir heta niha bi temamî nehatiye kontrolkirin.

Ji roja 23ê Tîrmehê ve agirekî mezin bi çiya û zeviyên gundên navçeyên Raco û Bilbilê ketiye. Berevaniya Sivîl ya li Efrînê dibêje, ji ber belavbûna agir bi dehan hîktar erd, darên zeytûnan, meywe û dar û kelemên daristanan şewitîne û ziyan gihîştiye ajelên çolê jî.

Bi gotina endamên tîmên Berevaniya Sivîl, wan bi hemû hêza xwe hewl dane ku agir bi zûtirîn dem vemirînin, lê ji ber astengî û zehmetiyan nekarîn agir bi temamî kontrol bikin û agir ziyaneke mezin gihandiye zevî û daristanên navçeya Raco.

Endamê Berevaniya Sivîl Qasim Merzûq ji K24ê re got: “Em hatin agahdarkirin ku agir bi navçeyê ketiye, em hatin gundê Şingêlê me dît ku agir ji 4 aliyan ve bi deverê ketiye. Me beşek ji agir vemirand, lê ji ber astengiyan û nebûna rêyan, me nekarî xwe bigihînin piraniya cihên agir. Agir berfireh bûye û deverên dide ber xwe.”

Qasim Merzûq diyar kir jî: “Ziyanên ku gihîştine herêmê mezin in û ne tenê dar û daristan şewitîne, lê ziyan gihîştiye ajelên herêmê û keskatiya herêma Efrînê bi giştî.”

Li gorî çalakvanan, tîmên agirkujê û aliyên pêwendîdar zû û wek tê xwastin destêwerdan nekirine û gundiyan bi alavên li ber dest hewl dan ku agir vemirînin, lê ji ber ku agir belav bûye, hewlên wan bê encam mane.

 (K24)  

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye