6 welatîyên Efrînê revandin

Rêxistina Mafê Mirovan daxuyakirin Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê 6 welatîyên kurd ji alîyê çekdarên Tirkîyê ve hatine revandin.

Li bajarê Efrînê ku girêdayê Rojavayê Kurdistanê ye ji dagirkirina alîyê Tirkîyê heta niha roj nîne ku hemwelatî werin revandin.

Çekdarên bi girêdayê Tirkîyê her roj li Efrînê hemwelatîyan direvînin, dikujin, îşkence lê tê kirin.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan grûpa Sultan Silêman “Emşat” roja 22ê vê mehê 3 kes, ji gundê Tirmûşa revandine. Navên kesên hatine revandin Îmad Hesen Elî, Fewzî Nûrî Hesen û Ebdîn Ehmed Xelîl in. 

Li gorî agahîyan 3 kesên din ji alîyê van çekdaran hatine revandin.

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e