6 xwenîşande birîndar bûn û Elawî daxwaza azadkirina girtîyan dike

Tevî raspartina Mehemed Tewfîq Elawî bo pêkînana kabîneya nû ya Îraqê, lê xwenîşander raspartina wî red dikin û berdewamin li ser xwenîşandanan li Bexday û piranîyan parêzgehên naverast û başûra Îraqê.

Navenda Nûçeyan - Tevî raspartina Mehemed Tewfîq Elawî bo pêkînana kabîneya nû ya Îraqê, lê xwenîşander raspartina wî red dikin û berdewamin li ser xwenîşandanan li Bexday û piranîyan parêzgehên naverast û başûra Îraqê. Dîşan jî girjî û pêdadan di navbera wan xwenîşanderan û hêzên ewlekarîyê rûda û 6 xwenîşader li Bexda birîndar bûn.  Ji alîyekê dî Eyad Elawî jî, daxwaza azadkirina xwenîşanderîn girtî dike.

Careka dî  di gorepana Xelanî, li naverasta Bexda ya paytextê Îraqê de, girjî û pêkdadan kete di navebera xwenîşanderan û hêzên ewlekarîyê de, bi sedema wê yekê jî, 6 xwenîşander birîndar bûn.

Hevdem Eyad Elawî, serokê Hevpeyamanîya Wetenîye, di tiwîtekê de, daxwaz kir, tevaya xenîşanderên girtî bihên azadkirin û  ew tuhmetên xistine ser wan bihên havêjtin.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e