Navenda Nûçeyan- Li gor nûçeya ajansa ANSAyê ya Îtalyan li peravên paytextê Lîbyayê bajarê Trablusê belemek koçberan binav bû.
Masîgirek li Alarmphoneyê gerîya û derbarê bûyera ku li peravên Lîbyayê çêbû agahî dayê û gotîye ku ji koçberan 30 kes hatin rizgarikirin, 67 kes jî xeniqîn.
Li gor gotina şahihalmn bûyerê, masîgiran li gor saeta herêmî derdora saet 17.00 li peravên Trablusê beleme ku hewa têde nemaye û derdora wê gelek koçber ku ketine behrê dîtine.
Hat gotin ku masîgir ji bo alîkarîyê li hêzên Asayîşa Qeraxan a Lîbyayê gerîyan, lê negihiştin wan