7 şervanên HSDê li Dêrazorê hatin kuştin

.

Heft şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di encama êrîşên çekdarên DAIŞê de li navçeyên rojhilatê Sûriyê hatin kuştin.

Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman ragihand, şeş çekdarên li ser riya di navbera parêzgeha Dêrazor û Hesekê de di êrîşekê DAIŞê de hatin kuştin.

Got jî: Şervanê heftê jî li gundewarê rojavayê Dêrazorê de bi guleyên çekdarên DAIŞê hat kuştin.

Ji Adara 2019an, ji dema kontrolkirina bajarokê Baxozê dawî berîka DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê, HSD bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dest bi operasyonan li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê dikin

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKyê 12emîn Salvegera Tora Medyayî ya Rûdawê Pîroz Dike
Li 50 rojên derbasbûyî de zêdetir ji 52 hevwelatiyên Belûç hatine bidarvekirin
Endamê MSDê: Armanca serdana Şamê cîbicîkirina rêkeftinên berê û parastina mafên Kurdan e
Dr. Saman Berzincî: Pêwîst e hin bendên yasaya rûbirûbûna madeyên hişber werin guhertin
Sepandina siza bo ser çalakvanên mafê jinan berdewam e