70 koçberên ku piraniya wan ji Rojhilatê Kurdistanê ne di deryayê de asê mane

.

Hat ragihandin ku 85 koçberên piraniya wan kurdên xelkê bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê ne û 30 ji wan jî zarok in, ji ber xirabûna keştiya wan, li Deryaya Egeyê ya ava Yûnanistanê asê mane û banga hawarê dikin.

Li gorî zanyariyan, koçberên Kurd ên di deryayê de asê mane, di sînorê ava Yûnanistanê de ne û motora keştiya wan xera bûye, koçber ji demjimêr 19:00ê êvara doh 25ê Tebaxê ve asê mane û heta demjimêr 22:00yê şevê jî hewl dane motora keştiyê tamîr bikin, lê belê nekarîne keştiya xwe tamîr bikin û kaptanên keştiyê, koçberên Kurd bi tenê hiştine.

Hatiye diyarkirin ku ew koçber di ava Yûnanistanê de asê mane û pêwendiya wan bi welatê Tirkiyê ve tune ye û piraniya wan ji bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê ne û ji bo wan rizgar bikin hêzên pasevaniya peravan a Yûnanistanê agahdar kirine.

Heta îro 26ê Tebaxê jî destê alîkariyê ji bo wan koçberan nehatiye dirêjkirin û nehatine rizgarkirin ku jiyana wan di metirsîyê de ye.

Hat zanîn ji bo ku nekevin nav sînorên Yûnanistanê hêzên Yûnan bi hawara wan ve neçûne, xwestine keştiya koçberan berê xwe bide Îtalyayê ku niha jî keştiya koçberan gihîştiye nêzîkî ava Îtalyayê û ji ber nemana xeta înternetê, pêwendiya bi wan re qut bûye.

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'