Parlamenter di daxuyaniya xwe de bal kişandine ser êrîşên artêşa tirk û gotine; êrîşên artêşa tirk êrîşên li dijî hikumranîya Iraqê ye û xelkê Şingalê bûne qurbaniyên van êrîşan.
70 Parlementerên Parlamentoya Ewropayê di daxuyaniya xwe ya bi navê "Daxwaza Aştiyê" de gotine:" Êrîş ser serwerîya axa Iraqê hatîye kirin, ew vê êrîşê bi tundî şermezar dikin ku xelkê Şingalê bûne qurbaniyên rikberiyên gelek aliyan." Her wiha parlementeran xwestîye ku azadiya xweseriya şingaliyan jî bê dayîn.
Di 25ê Nîsana 2017an de hêzên esmanî yên Tirkiyê Çiyayê Şingalê bombebaran kiribûn û di encamê de 6 pêşmerge şehîd bûn û şervanekî jiyana xwe ji dest da. Herwiha 9 pêşmerge û 5 şervan jî birîndar bûn.
Avrupa Haberleri
Amerîka: Rûsya û Ukraynayê li ser agirbestê li hev kir
Ukraynî daxwaza aştî û garantiya ewlehiyê dikin: 'Baweriya me bi Putin nîne'
Li Fransayê êrişeke bi kêran: Kuştî û birîndar hene
Vladimir Putin qeyyûm danî ser şaxa şîrketa Anadolu Efesê ya li Rûsyayê
Annalena Baerbock: Ewlehî ji bo Kurdan û siberojeke azad û aram a Sûriyeyê girîng e