700 çekdarên DAIŞê hatin girtin

Hejmareke çekdarên DAIŞê ji alîyê hêzên emnî yên Efxanistanê ve hatin girtin û hatin derxistin bo pêşberî medyayê. Jin û zarok jî di nav wan çekdaran de hene.

 Navenda Nûçeyan- Rêveberîya Kabulê hejmareke çekdarên DAIŞê ku li navçeyên cîyawaz ên wî welatî hatine desteserkirin, nîşanî medya xwecihî û navdewletî da.

Li gor amarên ku hikûmetê belav kirine, di nav wan çekdarên DAIŞê de ku hejmara wan zêdetir e ji 700an, herî kêm 75 jin û 159 zarok hene.

Hejmareke zêde ya wan jin û zarokên DAIŞî bîyanî ne û ji 277 çekdarên bîyanî yên DAIŞê li wî welatî jî piranîya wan ji Pakistan, Urdin û welatên Asya Navîn in.

Ajansa nûçeyan Associated Press a Amerîkî jî, wêneyên wan çekdarên DAIŞê yên li Efxanistanê hatine girtin, belav kirin.

Belavkirina wan wêneyan di demekê de ue ku hevdîtinên ji bo aştî û çareserîyê di navbera Amerîka û rêxistina Talîbanê de birêve diçin.

Beşeke zêde ya Efxanistanê ku bi dehan sal e di nav şer û alozîyan de ye, ji alîyê Talîbanê ve tê kontrolkirin.

Rüdaw

Rojhilta Navîn Haberleri

Wezîrê Samanên Xwezayî: Em bo hinardekirina petrolê bi Bexdayê re digehin çareseriyê
Fermandarê Hêza Qûds a Îranê li Bexdayê ye bi berpirs û fermandarên komên milîs re civiya
Amerîka: Em piştgiriya asayîkirina pêwendiyên Sûriye û Tirkiyeyê nakin
Mesûd Pizîşkiyan bû serokkomarê Îranê
Li Îtalyayê keştî bin av bûbû: 35 term hatin dîtin