“Dayik, xwuşk, keç û jinên Êzdî, ez vê roja mafê Jinan, roja 8 Adarê li hemû keç û jinên cîhanê û bi taybetî jî li kêç û jinên Êzdî piroz dikim!
Roja 8 Adarê ji bo parastina mafê jinê sembolek mezine. Hemû mafê kû îro jinan bi destxistiye, berhemên tekoşin û xebatên jinên bi nav û dengin. Ez gelekî serbilind im ku, me jinên Êzdî yên li bajarê Celle de, xwe hinekî bi hêz û rêxistinkir. Me xwast hemû keç û jin xwe pêşbixînin, xwe fêrî îmkan, mafê û hêza xwe bikin, em bi xwe bibin deng û bigihîjine armancên xwe!
Hêvîdarim ku, keç û jinên Êzdî jî van fersend û îmkanên xwe nasbikin. Ew bizanibin ku em jin stûna nîvê civakê ne. Civak bi me ava û xira dibin, zana û nezan dimînin. Lewma jî divê, em ne tenê ji bo xwe, herweha ji bo zarok, civak û ola xwe serî rakin û bixebitin. Divê em li hemû cî û di nav hemû rêxistin û komelan de cîhê xwe bigrin û bê deng nemînin. Em baș bizanibin ku hêza me jinan ji bo parastin û pêșxistina civakê gelekî girînge.
Bi hêviya pêşerojek wekhev, jiyanek azad, serfiraz, bi bextevarî û serbilindî ez silavên germ bo we diweşinim. Bila hemû rojên me mîna 8 Adarê bin!
Silav û Rêz !” Gûlê Tûkû
Ez jî 8 Adarê (roja jinên cîhanê) li tevaya jinên heval û xêrxwazên Êzdiyatiyê, hemû jinên cîhanê û Kurd pîroz dikim. Jiyaneke xweş û serkeftî ji tevan re dixwazim.
Hêvîdarim kesên ku li jin û keçan zordestî dikin ne mînin !
Kemal Tolan