Seyîd Riza tevî kurê xwe yê çarde salî û pênc kesên din, 83 berê li Xarpêtê hat darvekirin. Cihê gorên wan hê jî nayê zanîn. Jenosayda Dêrsimê di dîroka komara nû ya Tirkiyê de, qirkirineke plankirî, bi zanebûn tê dîtin ku zêdetirî 50 hezar Kurdên elewî hatin kuştin, dehezaran kes hatin derbeder kirin û hezaran zarokên bê dê û bav mane, radestî efseran hatin kirin. Her çend desthilata niha ya Tirkiyê rexne li desthilata wê demê dike jî, hê rûbirûbûneke rasteqîn nehatiye kirin.
Seyîd Rizayê 74 salî, tevî kurê xwe yê 14 salî û 5 rêber û ciwanên Kurd, 15'ê Mijdara 1937'an, li Xarpêtê hatin darvekirin. Heta niha ji cihê gorên wan naye aşkerakirin.
Gelo çibû sedemê fermana Kurdên Elewî yên Dêrsimê, darvekirina kalekî 74 salî û zarokekî 14 salî bi awayek fermî?
Piştî rûxana Împaratiyoriya Osmaniyan wek paşmayiya împaratoriyê, komara Tirkan hat damezrandin. Bi ya damezrînerên komarê, sedema belavbûna împaratorî, pirnetewî, pirdînî, pirmezhebî û pirçandî bû. ji ber vê dest bi avakirina dewletek yek ziman, yeknetew, yek dîn, yekmezheb û yekala kirin.
Piştî komelkujiyên Palû- Pîran, Agirî û Zîlanê êdî, dor hatibû Dêrsimê ku sedan sal bû, bi Kurdayetî û Bawermendiya xwe ya taybet, xweser dijiyan.
Gund û Çiyayên Dêrsimê ku beşeke Çewlîg, Erzincan, Sêwas û Xarpêtê jî li xwe digre, bi firokeyan hatin bomebarankirin, bost bi bost hat dagîrkirin, gazên kîmyayî û jehrî hatin bikaranîn.
Li gor çavkaniyên serbixwe zêdetirî 50 hezar Kurdên Elewî hatin kuştin, dehezaran kes derbeder bûn û herî kêm 5 hezar zarokên bêdê û bav mane, radestî efser û serbazên Tirk hatin kirin. Ku peymanên navnetewî tenê bi zorê girtina zarokan jenosayd dizane.
Seyîd Riza bo danûstandinan û dawîkirina xwîne, Îlona 1937 bo Erzîncanê tê vexwendin. Bi gihiştinê re tê derdestkirin û bi dadgehkirineke serbazî biryara bidarvekirinê tê dayîn.
Li gor belgeyên dawî, Mustafa Kemal beriya darvekirinê serdana Xarpêtê dike û bi Seyîd Riza re hevdîtin dike û dixwaze ji ber hemû tiştan Seyîd Riza lêborînê bixwaze.
Lê, Seyîd Riza dibêje, "Ez bi direw û lîstikên we têngihiştim, ev jimin re bû derd, lê min xwe li hember we neçemand, bila ev jî ji we re bibe derd".
Her çend desthilata AK Parti, liser jenosayda Dêrsimê rexneyên tund li desthilata wê demê ya CHP digre jî, heta niha rûbirûbûneke rasteqîn nehatiye kirin. Hê jî belgeyên fermî yên qirkirinê nehatine aşkerakirin û hê jî cihê dehan goran nayên nîşandan.