Xelata bi navê Erebê Şemo wê çaxê didin wî. Di jîyana Wezîrê Eşo de cihê Erebê Şemo dereca herî bilind e. Erebê Şemo bi rûsî nivîsiye wek Wezîrê Eşo hêjaye bibe endamê Yekîtiya Nivîskarên Yekîtiya Sovyetîye û Ermenistanê pêşniyar dike.
Ez jî wek Kurdên Serhedê her tim bi meraq xebatên Kurdên Sovyêtê dişopînim. Herêma Serhedê, xwedî dîrokeke siyasî, çandî û civakî ya dewlemend û kevnar e. Kurd hawirdorên çemê Erezê yên nêzîkî çiyayên Araratê li ser erdnîgariya Serhedê dihesibînin, wan ji kûraniya dîrokê pê ve li van navçeyan jiyan dikir. Piştre, bi taybetî jî di heyamên şerên di navbera Osmaniyan û Rûsan yên di sedsala 19an, şerê cîhanê ê yekemîn û şoreşa Sovyetê de Kurdên Êzidî yên ku li seranserê Serhedê jiyan dikirin, bûn armanca tîrên çerxa dewletê koçberî Rûsyayê bûn. Kurdên Sovyêta berê bi piranî ji gund, navçe û bajarên Serhedê çûne erdnîgariya Kafkasya başûr. Bingeha wan Serhed e.
Di ser weşandina pirtûka min di sala 2018an de amade kirîbû a bi sernavê "Kilam û Pênûs, Kurdên Kafkasyaya Başûr Wezirê Eşo" re pênc sal derbas bûye. Di dema amadekirina wê kitêbê de min rehmetî Wezîrê Eşo bêtir ji nêzik ve nas kir. Îro şikra xwe bi Xwedê tînim ku min di nav cimeata kurdan de bi dîrokzan û wêjazanekî eyan re mijûl bûme û min kitêba wî daye çapkirinê. Dikarim bibêjim di ronahî dîtina wê kitêbê de rola qîza Wezîrê Eşo Mîdia gelek hêja û rûmet e. A niha Midia li Belçikayê dijî, bi hemû destnivîsarên bavê xwe re mijûle. Piştî mirina bavê xwe hewil da û gelek kitêbên bavê xwe dan çapkirinê.
Gundê Wezîrê Eşo
*Nihat Gültekin tevî keçên Wezîrê Eşo, Mîdya û Karîne ye (Bruksel)
Ew kitêba min amade kir jî ji gelek aliyan de bi min re bû alikar. Carna difikirim dinya birastî jî zehmet û çetine lê mirovên wiha dinyayê xweşiktir dikin. Ronahî dîtina kitêba Apê Wezîrê Eşo gelek reng li jiyana min zêde kir. Min gelek kesan re nasiya xwe da, di nav cimaeta me de qedir û qîmeta me jî tev mezin bû. Ez gelek bextewar, serfiraz û şanaz im, bextê min lêxist ez çûm Belçîka, mala qîza Wezîrê Eşo Midîa û Karîna. Ziyarete min hem ji bona min hem ji bona her dû xwûşka gelek hestiyar bû. Me ev çax jî Wezîrê Eşo bi rêz bîr anî.
Dîsa ew pirtûk bû sebeb û ez çend sal berê li aliyê Elegezê geriyam. Ez li 12 gundên kurdan geriyam. Min kitêbên wî gundê Elegezê bir da neferên malbata wî. Ez li mala wan rûniştim û me galegala Ape Wezîr kir. Paşê ez li gundê Pampa Kurdan (Sipan), çûm mala Apê Wezîr a vala. Birastî dilê min gelek şewitî, dema min ew malan wusa dît. Kes lê tunebûn, sê mal ber hev bûn. Li gor gotina hevale bi min re digeriya yek ya wî bû, du heb jî yên birayê wî bûn.
Di goristana gund de em çûn li ser merzele birayê wî Şîralî û qîza wî Leyla yê jî. Ewana erdhêja di sala 1988an de, jîyana xwe winda kiribûn. Me li vir dua xwend, li ser rûhê wan. Paşê ez çûm dibistana Fêrîkê Ûsiv. Di navbera salên 1958-1961an de Wezîrê Eşo di wê dibistanê de midûrtiya dibistanê kirîbû. Ew çax navê mektebê Fêrîkê Ûsiv nebû. Di çend salên dawî de ew nav dabûnê dibistanê. Dixwazim wê bibêjim, piştî çapkirina kitêba min, meraqa min li ser Kurdên Sovyetê hîn zêdetir bû. Piştî çapkirina kitêbê, gelek tiştên nehatibû hişê min, min dabû jîyankirinê.
*Nihat Gültekin
Di van rojên dawî de fuara pirtûkan li Stenbolê hebû. Fuar neh roja berdewam kir. Çar rojan ji seet 11an heta pêncê êvarê roja îmzaya min hebû. Min pirtûka derheqê Wezîrê Eşo, "Kilam û Pênûs" û pirtûkên min î îsal ronahî dîtibûn bi navê "Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî – Kurdolog Prof.Dr. Celîlê Celîl" tev pêşkeşî xwendevanan kir. Me gelek caran jî sohbet kir derheqa wan nivîskar û dîrokzanên me yên mezin de. Ez bi xwe wan rojan û wan hewldanan ji bo pîrozkirina 85 saliya Wezîrê Eşo dibînim. Birastî jî di wan rojan de her tim difikirim bona mamosteyê xweyî mezin û dilfireh.
Li Gurcistanê tê dinê
Wezîrê Eşoyê Hûtî Begê 1ê Mijdara sala 1934an li payîtexta Gurcistanê-Tivlîsê hatiye dinê. Ew ji malbateke kurdên ezdî ya eşîra Eşoya Hûtî ye. Ji êl-eşîra Sîpka ji bereka Wîte ye. Pêşîyên wî, ji ber zor û zilma dewleta Osmanî û nemamiyên hinek serokên kurdên musluman yên nezan û dûrnedîtî her wa koç û bar kirine. Ji çiyayên Şengalê gihîştine Elaşgirê, Entavê. Cîwarê berê yê malbat û eşîra nivîskar û dîrokzan Wezîrê Eşo ji navçeya Elaşgira li ser Agirî ye. Ji wir jî dawiya sedsala 19an hatine navçeya Dîgorê. Li wira di nav gundên kurdên musluman de 16 gundên êzdî şênkirine. Sala 1918 a gava tirk êrîşê tînin ser qeza Qersê û Komara Ermenistanê, mala kalikê wî jî ji wir koç dikin. Tên navça Axbaranê gundê Pampê dihêwirin. Lê piştî zemanekî kin ji wir jî berê xwe didin paytextê Gurcistanê Tivlîsê. A lema pêşiyên wan dibêjin "Me du bav li cîkî, warekî binax nekirine."
*Wezîrê Eşo, Gulîzera Baro û zarokên wan Miraz, Mîdya û Cemal
Li wir di jîyana malbata Wezîrê Eşo de tiştên herî girîng mirov dikare bibêje, mamostetiya Kamiran Bedirxan û perwerda zimane kurdî ye. Rola Kamiran Bedirxan li ser malbata wî gelek mezin û watedare. Li wir ji bo kesên xwendin û nivîsandina wan tunebûye, dibistan tê vekirin. Dibistan malbata Bedirxanan Kamil Beg vekiribû û di wê de dersên ziman û lîteratûra kurdî didan. Bavê Wezîrê Eşo li Tivlîsê him kar dikir û him jî dixwend. Bavê wî dibe şagirtê wê dibistanê ya ku ji bona karkerên bajêr hatibû hazirkirin. Dayka wî jî diçe sewîxana Celaloxlî yê. Dayîka wî xwendina êlêmêntar di sêwîxanê de bi dest anî bû. Heyşt kur û keç pey dê û bavê wî dikevin. Hemû jî xwendina xwe temam dikin. Di sala bûyîna wî de malbata wî dîsa vedigere gundê Pampê. Wezîrê Eşo wan salan ji bavê xwe çîrokên Qersê guhdarî dike. Ew vegotina çîrokan ji bo jiyana wî gelek giring in.
*Wezîrê Eşo, Gulîzera Baro û zarokên wan Miraz, Mîdya, Karîne û Cemal
Dest bi dibistanê dike
Xwendina xwe ya ewil û navîn di dibistana gundê xwe Pampê (niha Sîpan e navê wî. Li herêma Ermenîstanê ya Aragasotinê) û bi giranî bi zimanê ermenî bi cî aniye. Meta wî Meyane û mêrê wê Eloyê Ûsiv, Wezîrê Eşo dibin bal xwe Tivlîsê û li wira jî Lîseyê, di dibistana ermenî, jimara 23a de dane ber xwendinê. Pişti xilaskirina dibistanê, sala 1953ê dokûmanên xwe hildide û berê xwe dide Êrîvanê, hema wê salê jî întîhanên qebûlkirinê dide û ew di fakûltêta dîrokê de tê qebûlkirinê. Sala 1958ê fakûltêta beşa Zanîngeha payîtextê Ermenîstanê - Yêrêvanê ya dîrokê xilas dike.
*Serokê dibistana Gundê Sîpanê (Pampa Kurdan) Wezîrê Eşo, tevî şagirtan. (1958-1961)
Piştî mirina Stalîn sala 1953ê qedexa li ser çand û zimanê kurdî tê rakirinê. Rojnama kurdî Rîya Teze dîsa dest bi weşanê dike. Di Akedemîya Ermenistanê ya zanistîyê da beşa Kurdzaniyê vedibe. Di Radyoya Ermenistanê de beşa axaftinên bi Kurdî hatin vekirinê. Di Seksîyona helbestvan û nivîskarên Ermenistanê de dicivin ser hev. Li Êrîvanê xwendinxana Kurdî ya amadekirina dersdarên ziman û edebîyeta Kurdî tê vekirinê. Hela hê xwendakarê ûnîvêrsîtê ye dixwaze ciyê xwe bibîne nava vê meydana çanda kurdî ya fireh de. 1958ê xwendina xwe xilas dike û li gundê xwe Pampê weke berpirsiyarê dibistanê dest bi kar kiriye. Heta sala 1961ê weke serokê dibistana gundê xwe Pampê kar kiriye. Wan salan rojnama di Riya Teze de hêdî hêdî nivîsarên wî derdikevin. Di sala 1958an de çîroka wî ya bi navê "Ala Sor" tê weşandinê. Dîsa wan salan destpê dike ji bo wergeran. Di nava nivîskarên ermenî û rûsan de, dîsa di nav meydana edebiyatê de jî tê naskirinê.
Lênîngiradê beşa kurdzaniyê
ji bona amadekirina Kurdzanan, beşa Kurdzaniyê tê vekirinê. Kêmasiya wî jî hema ew bû. Ew li ûnîvêrsêtê de bûbû zane, pisporê dîroka pir gelan, lê her tenê ne ya gelê xwe. Ji ber ku di programê de cî nedidan wê dîrokê. Ew û şaîrê bi nav û deng Şikoyê Hesen piştî îmtihanên beşa Kurdzaniyê de tên qebûlkirinê. Serokê Kurdzaniyê Hecîyê Cindî bû ew çax. Bona ewana bikaribin di arşîv û pirtûkxanên dewlemend de, li ber destê pisporên dîrok û zimanê Kurdî di nava wan zanebûnan de kûr bibin, wan dişînin bajarê Pêtersburgê. Li wir usa jî beşa Kurdzaniyê di înstîtûta rojhilatzaniyê de bi serokatiya Kurdzanê bi nav û deng Qanatê Kurdo hebû.
Salên 1961-1963ê li Lênîngiradê (niha Pêtêrsbûrg) di beşa kurdzaniyê de ya Înstîtûta Rojhilatzaniyê, bûye pisporê dîroka Kurdistanê. Dema doktora xwe dixwaze temam bike, kesên navdar wek İ. Orbeli, Heciyê Cindî, Qanate Kurdo, Eminê Evdal ji nêzik de nas dike. Û paşê dibe asistane Heciyê Cindî û Eminê Evdal. Ew sal ji bo wî gelek kêrhatî derbas dibin. Ji ber ku kurdologên der dora Qanate Kurdo civiyane, berhemên klasîkên kurda yên Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyran, Harîs Bitlisî, Silêman Selîm, Şerefxan Bîtlîsî, Xosra Xan, Benî Erdalan, Mestûrê Erdelanî, Mele Mehmûd Bayazidî vedigerîne zimanê rûsan. Ew jî di nav wan xebatan de turike xwe tijê dike û ew bi barxaneke Kurdzaniyê ya giran va sala 1963ê vedigere Erivan - Ermenîstanê.
Di Radyoyê de kar dike
*Wezîrê Eşo, tevî rewşenbîrên Kurdên Kafkasyayê
Di navbera salên 1964-1994ê de wek rêdaktor, serrastkir û kontrolkirekî çapemeniya Ermenîstanê yê sereke, her usa jî wek rêdaktor-wergerê beşa weşanên bi kurdî ya Radiyoya Ermenîstanê li Yêrêvanê kar û barên xwe bi cî tîne. Li ser du kurteromanên wî jî radyokompozîsya çêdike "Koçekê derewîn" û "Tîgran û Mehmûd". Ew weke aktor jî di wan şanoyên radyoyê de peş da dihat. Wezîrê Eşo xizmeta şanogeriya kurdî jî gelek salan kiriye. Lê komêdiya Wezîrê Eşo ya bi sernavê "Remo, Şemo, Temo û lawik" çend salan ser sehna Têatiroya Elegezê ya kurdî ya gelêrî bi serkeftin hatiye nîşandanê. Di radyoya Yêrêvanê de ew pir salan şîretkarê derhênan bûye, di warê amadekirina şanoyên radiyoyê (radiokompozîsiyan) de yên li ser bingeha berhemên nivîskarên kurd û ermenî çêkirî. Di ber de jî karê nivîskariyê û yê cîvakî jî meşandiye.
Di xebatên xwe ên radyoyê de salên dawî ew dibe cîgirê seroke Şewra Rewşenbîrên Kurd yê Ermenistanê. Di Rojnama nivîskarên Kurd ya "Botan" ê de wek endamê rêdaksiyona wê, kar dike. Di sala 1976 û sala 1978an de bi pêşniyariya Erebê Şemo û Hecîyê Cîndî dibe Endamê Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê û Sovyetê. Her i Yekitiya de jî wek endam tê qebûl kirinê. Wek nivîskar berhemên wî di rojnameya kurdî ya Riya Teze de û her wiha bi wergerên li ser ermenî û rûsî di rojname û kovarên Ermenîstanê yên wêjeyî de ji sala 1958ê û vir de hatine çapkirinê. Berhemên wî yên lîtêratûra bedewî weşanên kurdî yên bi radiyoyê jî xemilandine. Novêl û wergerên Wezîrê Eşo yên lîtêratûra bedewî, bi tayîbetî bîranînên wî li ser Erebê Şemo di berevokên berhemên nivîskarên kurd de jî hatine çapkirinê, ku salê carekê bi sernavên "Bahara teze" û "Bahar" li Yêrêvanê salên 80î û 90î hatine weşandinê.
Tekiliya wî bi Ereb Şemo re
*"Ji Yekîtiya Nivîskarên Komara Ermenistanê ya Sovêtî ra!" Pêşniyarnameya Erebê Şemo ji bo Wezîrê Eşo nivîsiye
Xelata bi navê Erebê Şemo wê çaxê didin wî. Di jîyana Wezîrê Eşo de cihê Erebê Şemo dereca herî bilind e. Erebê Şemo bi rûsî nivîsiye wek Wezîrê Eşo hêjaye bibe endamê Yekîtiya Nivîskarên Yekîtiya Sovyetîye û Ermenistanê pêşniyar dike. Derheqe Erebê Şemode bîranînên xwe wiha qal dike; "Min Erebê Şemonedît, min tenê nav û denge wî bihistî bû. Çimkî Erebê Şemodi sala 37an de li Leningradê sirgûn kirin Sibîrya ye. Li wira ma heta sala 1954an. Heta piştî mirina Stalîn, Stalîn di sala 1953an da mir. Min nav û dengê wî bihîstî bû. Erebê Şemowaxte vegeriya hat salek li Gurcistanê ma.
"Waxte Erebê Şemo vegeriya, sala 1954, 55, 56 bû, nayê bîra min. Ez rojek çûm redaksiyona Riya Teze min dît berpirsiyar Mîroyê Esed rûniştiye, camerek jî pêş berê wî ye. Min bala xwe daye, Erebê Şemomin careke ji dûr ve dîtibû. Lê ji nezîk ve min nedîti bû. Lê ji hev re nas bûn. Mîroyê Esed ji min re got, 'Keremke Wezîr were', ez cahil bûm, xort bûm. Min got 'na, biborîne, ez ê carekê din bêm'. Min got 'şerme, mêvan hene', Erebê Şemo bale. Ez dertêm, Erebê Şemo dixwest gelek mirov nas bikira. Eslê gişta zanibû, çiqas kurd hebû eslê gişta zanibû yên Ermenistanê, di bav û kalan de. Dipirse Mîro ew kî bû? Miro jî dibêje ew kurê Eşo ye. Eşo kurê kê bû, ew jî kurê Hûtî bû. Hûtî Beg jî serokê êla Sîpka bû, li alîye Qersê, Dîgorê. 'Pî' dibêje 'ez di bexte te de me, neviyê Hûtî Beg bîne cem min'. Dibê 'bîne were'.
Li pey min ketin. Mikaîlê Reşîd rehmetî, helbestvanê me yê eyan pey min ket, Wezîr were gazî te dikin, Erebê Şemo gazî te dike. Min got Erebê Şemo ji ku min nas dike, ez zarok bûm, hê xort bûm. Ez çûm, ji min re got; "Ez di mala kalke te de du meha mame. Min mêr kuştîbû, ez du meha di mala kalke te de mam. Çimkî şûpha dewletê nediçû ser, eze mala karmendekî dewletê de bimînim." Kalke min sereke êlê bû, wek karmende dewletê dihat hesibandin. Got ez du- sê mehan di mala kalke te de mame, min nanê mala kalke te xwariye. Navê pîrka min jî bibîr anî. Û wê şûn de tekiliyên min û Erebê Şemo bi hev re nêzik çêbû. Sala 81ê min dixwest ez bibim endamê Yekîtiya nivîskaran. Gotî çend nivîskarên kevn û navdar, gerekî kefîldarî bida min. Yek wan jî Erebê Şemo bû. Heta niha jî destnivîsa wî li cem mine. Bi rûsî nivîsiye wek Wezîrê Eşo hêjaye bibe endame Yekîtiya Nivîskarên Sovyetiye û Ermenistanê. Piştî mirina wî min di bîranîne xwe de weşandine, di berevoka bahar de".
Kitêbên Wezîrê Eşo
Hetanî niha ev pirtûkên Wezîrê Eşo yên berhemên lîtêratûra bedewî, zaniyariyê û wergeriyê hatine çapkirinê : "Mizgînî" (Yêrêvan, 1976); "Xebera dosta" (berevoka novêlên nivîskarên ermenî bi pêşgotin û wergera ser kurdî); "Dengbêj kal bibû" (Yêrêvan, 1983); "Xaçatûr Abovyan, Kurd, Êzdî" werger, pêşgotin, pênasîn û pêradanok yên Wezîrê Eşo (Yêrêvan, 1986) ; "Pamp-Sîpan" (Yêrêvan, 1986) ; "Dosya Barzanî sandoqa Stalîn ya polayî da" (bi kurdî, Hewlêr, 2007, bi wergera ser erebî : Hewlêr, 2008) ; "Pariyê berdemayî" (Hewlêr, 2008) ; "Kurdzanê mezin Qanatê Kurdo" (Bilxaristan, 2010) ; "Zargotinzanê kurd yê mezin » (bi ermenî, Yêrêvan, 2010), ev pirtûk ser jiyan, kar û barê Heciyê Cindî hatiye nivîsandinê; "Simoyê Şemo: jîyan û kar" (bi kurdî, Yêrêvan, 2013); "Pirtûkên Kurdî li Ser Kurdan- Li Ermenîstanê" (bi kurdî, Brûksêl 2016); "Sîber" (bi kurdî, Diyarbekir, 2016); "Qirme" (bi kurdî, Diyarbekir, 2016); "Tosinê Ûşan" (bi kurdî, Diyarbekir, 2016); "Îtbarî" (bi kurdî, Diyarbekir, 2016); "Hosta Hovannes" (bi kurdî, Diyarbekir, 2016); "Kilam û Pênûs" (bi kurdî, Diyarbekir, 2018, Amadekar Nihat Gültekin), "Pariyê Berdemayî" (bi kurdî, Diyarbekir, 2020);
Di 74 saliya xwe de zimanê kurdî hîn dibe
Dema di 74 saliya xwe de di hevpeyvîneke xwe de wiha gotibû, "Ez hê zimanê kurdî hîn dibim". Hezkirina xwe ya zimane xwe aniye ziman û di nivîskariya xwe de her tim xwestiye moralê milete xwe bilind bike. Di rojnama Riya Teze de 200, di radyoya Rewanê de jî 800 heb maqale nivîsîne. Gotar û raporên wî yên bi tayîbetî li ser pirsên kurdzaniyê û li ser kurdzanan, li ser dîrok, wêje û çanda kurdên Yekîtiya Sovyêtiyê û Ermenîstanê bi şiklê lêkolînên zanyarî di berevok, rojname û kovarên Ermenîstanê, Rûsyayê, welatê Avrupayê û Herêma Kurdistanê ya Fêdêral de bi kurdî, ermenî, rûsî, almanî hatine çapkirin. Hinek nivîsarên wî jî piranî li ser jîyana rewşenbîr û nivîskarên eyan e. Redaktoriya 15 kitêban kiriye, pêşgotinên 14 kitêban jî nivîsiye. Ew kitêbana hatine çapkirinê, ku her yek ji wana wek xebat, lêgerîneke zanyarî tê dîtinê.
Wergervaniya wî
Wezîrê Eşo di warê wergervaniyê de jî xizmeta pêşxistina wêjeya kurdî û xwendevanên wê kiriye. Ewî gelek berhemên nivîskarên ermenî yên kilasîk û hemdem yên dûznivîsarê bi giranî yên li ser jiyana kurdî û qehremanên kurd bi wergerên xwe, kirine mal û milkê xwendevanên kurd. Bi wergera wî her wisa jî kurteromana nivîskarê rûs yê mezin Arkadî Gayîdar ya bi sernavê "Têmûr û koma wî" beşa pirtûka fêran ya "Zimanê kurdî" ya ji bona sinifa çara hatiye bicîkirinê.
Niha çend pirtûkên Wezîrê Eşo li ber çapêne û ji bona weşandinê tên amadekirinê.
Wezîrê Eşo di dawiya jiyana xwe de bi giranî li ser lêkolîneke berfireh karê xwe berdewam dikir ya ser kar û barê Barzaniyê Nemir li Yekîtiya Sovyêtiyê ya berê salên 1947-1958an.
Reşnivîsarên bîranînên Wezîrê Eşo, novêl û kurteromanên wî yên nû û çapnekirî têra dagirtina çend pirtûkên sitûr dikin. Hevîdarim wê di demek nêz de ronahî bibîne.
Piştî hatina li Avropayê Wezîrê Eşo kar û barê xwe yê berhemdariyê û civakî berdewam dikir, wek endamê Instîtûya Kurdî ya Brûkselê. Lê pişt re bû endamê Bûroya Kurdî ya Pêwendî û Agahdariyê li eyînî bajarî. Wezîrê Eşo di dîroka 23.01.2015an de emrê Xwedê kir. Li pişt xwe xizmetek mezin û navêkî qenc hişt. Em îro carek din ji bo 88 saliya wî, Wezîrê Eşo bîr tînin, yê her dem di dilê me de be.
(NG/FD)
Çavkanî:
Kurdzanê Mezin Qanatê Kurdo - Wezîrê Eşo
Çanda Kurdên Sovetê- Eskerê Boyik
"Kilam û Pênûs" (Diyarbekir, 2018, Amadekar Nihat Gültekin)
*Fotograf: Arşîva Nihat Gültekînî
Çavkaniya Nivisê: Bîanet Kurdî