Abuzer Balî Han
Îsal dîsa 8 ê Adarê jinên cîhanê li her deran dengê xwe bi hevûdû re bilind dikin û dibêjin: Her bijî azadî û hekhevî! Bijî biratiya gelan! Bila raweste zilm û zordariya li ser jinan! Ya rast ew e ku dema em tê da dijîn, li hin welatên bindest û yên paşde mayîn de li ser jinan zilm û zordarî hîn her heye! Jinên cîhanê li dijî çewisandin, bindestiyê dengê xwe carek dîn bi hevra bilind dikin û ji bo hemî mirovan azadî, wekhevî û aşitiyek rasteqîn diwazin!..
Di mehan de Adar e, ew destpêka bihar e! Di vê mehê de sirûşt (tebîat) xwe nû ve dike, sar û serma, qeşa li paş dimîne. Li welatê me di meha Adarê de berf dihêle, pez dizê, siruşt xwe ber bi xemlandina şîn amade dike. Di aliyê mirovatiyê de jî teybetiya meha Adarê heye. Heyştê Adarê roja jinên cîhanê ye. Bîst yekê Adarê roja tekoşîna cîhanê ya li dijî nijadperestiyê ye. Di aliyê Kurdan de ew roj, roja 21 yekê Adarê destpêka sala nû ye. Sala nû jî bi cejna Newrozê têt pîroz kirin. Bi gelemperya xwe meha Adarê destpêka werzê Biharê ye.
Li hemî cîhanê mafê jinan li gor mafê mêran hindik e. Li hin ciyên dinê di dema em tê de dijîn de jin bi peran tên firotin, bi qalenê peran tên mêrkirin (tên zewicandin, tên şûhkirin). Dema kar dikin, pir caran ji mêran hindiktir peran digirin û ji mêran hindiktir mafên xwe yên mirometî hene. Li civatên pêşda çûyîn wek civatên welatên rojava mafên jin û mêran êdî wek hev bûne. Lê li welatên ola îslam lê heyî û welatên di aliyê aborî de paşda mayî rewşa jinan gelek dijwar e. Ji bo vê sedemê jî 8 ê Adarê ji aliyê jinên cîhanê ve roja têkoşîn, berxwedan û mafên xwe girtinê, li hemî cîhanê têt pîroz kirin. Di vê rojê de li ser rewşa cîhan, li ser rewşa jinên cîhanê panel, konferans û semînêr tên amade kirin.
Ez dixwazim giringî û destpêka 8 ê Adarê ji ku tê û wateya xwe çi ye, wê ji we re hinek bidim ronahî kirin. Li sala 1857 an, 8 ê Adarê çil hezar jinên li New Yorkê yên karkerên xavûcav (tekstîl) xwestina xwe ya ji bo jiyanek mirovetî, li dijî mercên karê ne mirovetî, hindik peretî û li dijî ne wekheviyê, li dijî cûdatiya di navbeynê mêr û jinan de heyî dest bi têkoşînek mafê cînayetî (sinifî) kirin. Karberdana (grew) karkerên jin rastî êrîşa polesan hat û dawî de xwîn rijandin. Di wê bûyerê de 129 karkeran jiyana xwe wenda kirin. Ji wê rojê pêda têkoşîna jinên cîhanê destpêdike heya roja îro têt.
Li sala 1910 an li welatê Danîmark li bajarê Kopenhagenê komcivîna jinên bi Enternasyonala Duwemîn ve hatin girêdayî çê dibe. Pêşandara Partiya Sosyal Demokratên Elman Clara Zetkîn di komcivînê de xwest, ku ew roja bûyerê bibe roja „Jinên Cîhanê yên Kedkar (emekçî)“ Ew pêşniyaza wê ji aliyê endamên civînê ve bi tevahiya dengan hat pejirandin.
Yeketiya Netewan sala „1975“ kir sala „Jinên Cîhanê“. Dîsa Saziya Neteweyên Yekbûyî di roja 16 yê Berfenbara 1977 an de biryar girt ku roja 8 ê Adarê bibe „Roja Jinên Cîhanê“. Biryar hat pejirandin (qebulkirin) û ji hemî cîhanê re hat ragihandin (îlankirin). Wê demê vir de hemî jinên cîhanê 8 ê Adarê pîroz dikin. Di wateya pîrozkirinê de têkoşîna jinan sedsalan vir de berdewam dike ya ji bo azadî û xwestekên xwe yên rojane, di çalakiyên vê rojê de xwe dide diyarkirin.
Ew roja jinên cîhanê di destpêka salên 1970 yî şunda li Tirkiyê û li Kurdistanê di nav jinan de hat nasîn. Ji salên 1980 yî pêda jinên Kurdistanê di hem aliyê civakî de û hem jî di aliyê şervaniya xwe de bûn pêşêngên jinên cîhanê. Li ser vê mijarê ez bawerim lêkolînek navnetewî hîn nehatiye amadekirin. Lê ez dikarim bêjim di aliyê şervaniya azadixwaz de jinên Kurdistanê yê bibin mînakek balkêş di nav hemî jinên cîhanê de. Bes jinên Kurd şervanên azadiyê tenê nînin. Dayîkên şehîdan jî barê aşitiyê yê giran dayîne ser milê xwe. Ew karê dayîkên şehîdan di mercên dijwar de dikin heroj dibe sîle di rûyê şerxwazên faşîst de!
Lê dîsa jî jinên Kurd di nav civata me ya paşdahîştî de hemî mafên xwe yên mirovetî negirtine. Nexwendin, bê pîşeyî û pir caran jî bê maf mayîn pişta jinên Kurd xwar dike. Ew jî jinan bêtir dipelixîne û paşda dihêle.
Lê di hin ciyên civata Kurd de û di nav tevgera şoreşgerî de ferqa jin û mêran hêdî nemaye û kêm û zêde ferq rabûye. Armanc ew e, ku di nav civata Kurd de ferqa jin û mêran rabe. Çi mêr dibe û çi jin dibe hemî mirov wek hev bin! Dema wek hevî hebe, rabûn û pêşva çûna welat jî baş dibe. Ew gotina di meteloka rûspiyên Kurd de xwe wûha nîşan dide:
"Şêr, şêr e, çi jin e û çi mêr e!..“
8 ê Adarê 2023
Abuzer Balî Han