Piştî belavbûna vîrûsa Koronayê, dadgehkirina wan endamên DAIŞê hatibû rawestandin. Biryar e di demeke nêzîk de, careke din proseya dadgehkirinê destpê bike.
Serokê Encûmena Dadweriyê ya Rêveberiya Xweser Xalid Elî ji K24ê re ragihand, tenê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê di wê derbarê de hevkariyên lojistî pêşkêsî wan kiriye.
Tekez kir jî, ji ber tunebûna karînên Rêveberiya Xweser, hebûna vê hejmara mezin ya endamên DAIŞê di zindanên deverê de, metirsiyeke mezin peyda dike.
Ji sala 2014an ve û ta roja îro, 8 hezar endamên DAIŞê yên Sûrî û Iraqî hatine dadgehkirin û hin ji wan dema sizayên xwe bi dawî kirin û hatin berdan.
Pêştir jî Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser daxwaz ji civaka navdewletî kiribû, dadgehekê ji bo dadgehkirina çekdarên DAIŞê yên biyanî li bakurê Sûriyê dane.
Diyar kir jî: "Dosyaya zêdetirî 10 hezar DAIŞî û bi dehhezaran malbatên wan ku ji 50 welatan in, dosyayeke pir xeternak e û barekî giran e. Pêwîstî bi hevkariya navdewletî ya mezin heye, ji ber ku ew dosyayeke cîhanê ye û gefên DAIŞ`ê li ser hemû cîhanê û mirovahiyê heye.”
Berî niha jî Hêzên Sûriya Demokrat daxwaz ji welatên Rojava û Amerîka kiribû, çareyekê ji rewşa çekdarên DAIŞê yên girtî re bibînin, ku çendîn caran hewla revînê ji zîndana mezin a bajarê Hesekê dane.