Abdullah Kiran / Rûdaw
Kelehên zimanê Kurdî gundên me bûn û ew gundên me, hêlîn û stara peyva peyva Kurdî bûn. Belê çi heyf û xebînet e ku di salên 1990an de, bi hezaran gundên me hatin valakirin û gundiyên me, reben û perişan li metropolên Tirkiyê belav bûn. Wek tizbiya ku îmamoka wê biqete û hebên wê li derûdorê belav bibin, gundiyan me jî wusa ji welat, ji cih û warê xwe tarûmar bûn.
Li bajar û metropên Tirkiyê kar û star, du tiştên sereke bûn ku gundiyên me bi wan re ketin nav şer û tekoşînekê. Demên zor û zehmet bûn, serdemeke bêkeysiyê bû; hem peydekirina kar û hem jî rayîkirina xaniyekî, ango starekê tiştê her zehmet û dijwar bû. Çimkî bajar û metropolên Tirkiyê, hêlîna neteweparêzî û neteweperestiya Tirkî bûn. Sirf ji ber ku Kurd bûn, kesî zû bi zû xanî bi kirê nedida wan û herweha ew nedigirtin kar jî. Loma karên herî giran û herî xerab, para gundiyên me diket. Kesên ku karekî bi dest xistina, bi şans û sihûd dihatin hesibandin. Di wan demên xerab de, pirraniya gundiyên me, tenê di karê înşatê û sektora xizmetê de kar didîtin, li înşatan radiketin û li aşxane û restorantên ku lê dixebitîn bi diman.
Binisandin, biçûkxistin, bi rûmet û şerafa wan leyistin, ji bo efendiyên wan û serdestan tiştê herî sivik bû. Îcar herî zêde bi Tirkiya wan tinaz dihat kirin. Neçar û mecbur bûn ku bi Tirkî bipeyivin. Bi Tirkî dipeyivîn, belê “efendiyên wan,” ji wan dixwestin ku bi Tirkiyeke tekûz û bêaksan bipeyivin. Helbet ev jî tiştek gellek zor û zehmet bû. Hasil; xwe bi heft avan bişûştana, çi jî bikirina Tirkiya wan sererast nedibû. Nikaribûn, wek Tirkekî bi Tirkî bidin û bistînîn.
Bi zarokên xwe re Tirkî peyivîn
Vê yekê xencerekê li ser dilê wan dixist. Êdî wan, dev ji xwe berdabû û niha xema zarokên xwe dixwarin, zarokên xwe difikirîn. Wan nedixwest ku zarokên wan jî reben û perişan bibin, wekî wan biçûk bên xistin û binisandin. Li gor nêrîna wan, rê û çara vê yekê, li malê zarokan bi zimanê Tirkî mezinkirin bû. Wusa jî kirin. Dê û bavên ku bi Tirkî dizanibûn, bi zarokên xwe re bi Tirkî peyivîn. Ji ber rewşa me ya civakî, li gellek malên Kurdan, zarok, dê û bav, kal û pîr hemû jî di malekê de diman. Ez bi çavên serê xwe, bi dehan caran ji vê sosretê re bûm şahid: Kal û pîrên malê bi Kurdî, zarok bi Tirkî dipeyivîn. Dê û bavan, di navbera zarokan, dapîr û bapîran de karê tercûmanî dikir. Bombaya zimanê Tirkî ketibû nav malê, kal û pîran ji bo neviyên (torinên) wan kiribû xerîb û biyanî. Di navê re sal derbas bûn. Ne kal û pîr Tirkî hîn bûn, ne jî nevi û torin Kurdî fêr bûn. Demekê bi şûn de ew kal û pîr mirin û Kurdî ji malê bar kir.
Hûnê bipirsin, bê gelo siyaseta Kurd a wê demê ji bo zimanê Kurdî çi kir? Tu tiştekî nekir. Bi ser de zimanê wê jî bi Tirkî bû. Ya rast îro jî bi gelemperî bi Tirkî ye. Tiştê baş ew e ku, êdî îro dev ji “rizgarkirina Kurdan” berdane, dixwazin demokrasiye bînin Rojhilata Navîn. De îcar hûn dizanin ez behsa kê dikim. Ne hewce ye ku em navê wan liv ir bidin. Weşanên wan, zimanê wan ê propagandayê hergav bi Tirkî ye û 10-15 roj e ku ji bo kampanyaya HEZKURDê û Mamosteyên Kurdî tu dengek ji wan derneket.
Zimanê Kurdî dimire. Tiştê ku ez dibêjim, ne çîrok e, ne tinaz û henek e, rastiyeke jiyanê ye. Çimkî nifşên nû, zarokên Kurdan bi Tirkî dipeyivin. Di destpêka avakirina Komara Tirkiyê de, Tirkî zimanê fermî yê dewletê bû, tenê li kuçe û kolanên bajarên me yên mezin dihat bihîstin, li navçe(qeza) û gundan tunebû. Gundiyên me bi Tirkî nizaninbûn, carna tu li heft gundan bigeriyayî, kesekî ku bi Tirkî dizane dernediket. Hingê ji bo gundiyên me navê Tirkî “şildim bildim” bû. Dû re, bi riya perwerdehî, Tirkî li bajar û navçeyên me belav bû û di xeleka paşîn de, hat gihîşt gundan. Bi derbendkirina medereseyên me re, Kurdî ji jiyana perwerdehî dûr ket, hêdî hêdî Tirkî bû zimanê bazarê û paşiya paşî heta nav mala me hat. Êdî em di malên xwe de bi Tirkî dipeyivin. Maşalah êdî gundiyên me jî bûne “bulbilên Tirkî.”
Nebûna siyaseteke xwedan feraset
Siyaseteke me ya zana, bîrewer, hişliser û aqilmend a ku bi biryardarî li hember pêla asîmilasyonê derdikeve, tu car çênebû. Heta hin fersendên ku hatin berî derî jî, bi destê hin pêşkêşên siyaseta Kurdî pûç bûn û çûn. Di demajoya aştiyê de, di sala 2012-13an de fersendek baş hat ber lingên me. Hingê cara yekem li Tirkiyê, îmkana dersa bijarî ya Kurdî çêbû. Belê HDPê nehêşt, li hemeber derket, bi behaneya “em perwerdehiya bi zimanê dayikî dixwazin” xera kir, sabote kir. Helbet mesûl û berpirsiyarên HDPê baş dizanibûn ku tu kes di rojekê de, mafê bi zimanê dayikî perwerdehiyê nade Kurdan. Ev kar dikaribû gav bi gab pêş ve here. Çawa ku Kurdan hemû maf û azadiyên xwe di rojekê de winda nekiribûn, wusa jî Kurdan nikaribûn ev maf di rojekê de bi dest bixistana. Belê eger wê deme HDPê bihêşta û pêşkişiya vî karî bikira, wê bi milyonan zarokên Kurd, dersa Kurdî ya bijarî bibijartana; niha bi milyona alfabe û kitêbên Kurdî ketibûn malên Kurdan.
Bihesibînin; li Tirkiyê nifûsa Kurdan bi kêmanî ji sê paran yekê nifûsa giştî ye. Dersa Kurdî ya bijarî, di polên 5, 6,7 û 8an de tê dayin. Li seranserê welat, xwendekarên dibistana seretayî û navîn ji 10 milyonî zêdetir in. Ji sê paran yekê wan, ji sê milyonan zêdetir e. Ji ber ku di polen 5,6,7 û 8an de ders tê dayin, her sal kêm zêde, 1,5- 2 milyon zarokên Kurd dikaribûn dersa Kurdî bibijaratana. Eger di deh salên dawî de, salê milyonek zarokên Kurd dersa Kurdî bijartibûna, niha bi milyonan Kurdên ku dizanibûn bi Kurdî bixwînin û binivîsîn hebûn. Niha bi milyonan kitêbên Kurdî ketibû malên Kurdan û di vê navê de, bi hezaran mamosteyên Kurd jî hatibûn tayinkirin.
Belê nebû, HDPê rê neda û nehêşt ku bibe. Ya rast, HDPê du xerabiyên gellek mezin bi Kurdan kir: 1) Nehêşt ku zarokên Kurd dersa Kurdî ya bijarî bibijêrin. 2) Bi riya, çalik, kortik û xendekan siyaseta Kurdan ya sivîl pûç kir. Heta ku Kurd bi vê hişmendiyê re rûbirû nebin, ewê tu car nikaribin gavekî jî pêş ve herin. Bêguman dewlet jî di mesela zimanê Kurdî de tu car dildar, dilxwaz û ji dil û can nebû. Belê Kurdan dikaribû bi siyaseteke bi feraset û aqilmend, ji derfet û îmkanên ku hatine pêşberî wan îstifade bikin û gav bi gav pêşvetir herin. Îro jî eger HDP ji dil û can bixwaze, wê li %90ê hemû dibistanên Tirkiyê dersa Kurdî ya bijarî bê dayin. Çimkî ji 6 milyonan bêtir hilbijêrên wan hene û bi kêmanî li ser 20-25 milyonan mirov li der û dora wan in.
Me deh sal winda kir û asîmilasyonê pişt li me şikand. Sistî, nezanî û xemsariya siyaseta Kurd, Kurdolojiyên li zanîngehên Tirkiyê jî pûç kir û hêşt. Piştî sala 2012an, salên pêşî bi hezaran xwendekarên Kurd serî li Lîsansên Bilind ên Kurdî dixistin û xwendekarên herî zîrek dihatin lisansa Kurdolojiyê. Salekê, di dora 3000î de seredan ji bo Lîsansa Bilind a Mêrdînê çêbûbû. Xwendekarên Kurdolojiya Mûşê, pûanên ku ewê bikaribin pê bikevin Zanîngeha Bogazîçiyê girtibûn û salên pêşî kontejanên beşê, bi keç û xortên zîrek tije dibûn. Di van salên dawî de, her ku çû têkildariya (elaqaya) ji beşe re kêm bû û sala parîn tenê 7 xwendekarî Kurdolojiya me bijartin. Helbet li bajarên din rewşeke weha xerab û kambax heye û beşên Kurdolojiyê li ber mirinê ne. Çimkî, xwendekarên derçûyî bêkar in, hin ji wan di înşatan dixebitin, bi ser de dewlet wan nake xerdîyan jî.
Fersenda biçûk, hêviya mezin
Niha fersendek baş hatiye ber derî. Wezîrê Perwerdehiya Netewî û berpirsiyarên AK Partiyê soz dan ku zarokên Kurd dersa Kurdî ya bijarî bibijêrên, hingê ewê mamosteyên Kurdî bên tayinkirin. Partiya Pêşerojê (Gelecek Partisi) û Partiya Devayê jî, di asta herî bilind de, tewer ji devê serokên xwe piştgiriya dersa Kurdî ya bijarî kirin. Eger em bi aqilmedî tev bigerin, qet nebe îsal bi qasî 100-150 hezar zarokên Kurd dersa Kurdî bibijêrin, hingê hêviya me cardin dikare nûjen bibe û ji bo çareseriya mesela Kurdî jî, deriyekî xêrê li ber me vebibe. Loma divê em zend û bendan badin û ji vê fersenda biçûk bi aqilmendî îstifade bikin. Hêviya min bi milyonên ku zimanê Kurdî ne xema wan e û dixwazin xwedêgiravî demokrasiye bînin Rojhilata Navîn tune. Belê bi hezaran zarokên ku dersa Kurdî digirin heye. Ez ji wan zarokên ku ewê dersa Kurdî bibijêrin hêvîdar im. Çimkî ew dikarin bibin haveynê mastê me!