Abit Gurses (Evdo)
1957- 12 Hezîran 2022
Evdo digot; Alahsiz tu li Diyarbekirê li Seyrantepê li otobusa ku me cenazeyê Heqî Uzar dibir Bedlisê, siwar bûyî û te ji me re nituq davêt. Min got, heyran wele ne ez bûm, digot bize nimare çekme. Bahsa sala 1977ê dikir. Tirkiya Bedlisiyan xweş e.
Min cara pêşîn ew di cotmeha 1987ê de li Stockholmê li Halonbergenê di nivîsgeha Kurdistan Press de dîtibû. Hevalekî min yê Yûnanî Adonis ku di kovarekê çep de dinivîsî, hatibû Swêdê, dixwest berpirsiyarê rêxistinên kurdan û şefreadktorên rojname û kovarê kurdan nas bike. Em çûbûn Kurdistan Pressê û bi rehmetî Orhan Kotan re hevpeyvînek kiribû. Di hevpeyvîna bi Orhan Kotan re Evdo jî li wê bû. Wer xuya bû wê demê berpirsê Rizgarîciyan li Yûnanîstanê bûn û di hevdîtinê de rehmetî Orhan jî waqifê siyaseta Yûnaistanê bû û ji Adonîs rewşa çepê yûnaniyan dipirsî. Wê demê blokek çep li Yûnanistanê ava bibû û meraqa wê dikir.
Di sala 1986ê de hevalên Rizgarî li Stockolmê Kurdistan Press derdixistin û bi navê Ajansa Nûçe ya Kurd, GILALA ajansek ava kiribûn, me ji Armanc derdixist. Kurdistan Pres bi Tirkî û kurdî bû lê Armanc bi seranser bi kurdî bû. Lê awantajek wan hebû him teknika wan pêşdetir bû û ew 15 rojî carek derdiket (piştre kirin heftane) me mehê carekê derdixist. Heta çend hejmarên Armancê ya sala 86 an li Kurdistanpressê hatibû amedekirin. Kurdistanpress zêdetir siyasî bû û wê demê siyaset tayînker bû. Ji xwe qelema rehmetî Orhan Kotan ya tûj û meqeleyên wî yên ajîtatîf yên şiîrane, bi serê xwe kurdan motive dikir û tevî kurdiya wê di rûpelê sêyem a kovarê de li ber hev diweşîya. Wê demê enerjîyek û fedekarîyeke wefqelade hebû; ne teknik evqas pêşketî bû ne jî e-mail peyde bibû; bêyî menfeat me hewildida çawa di wexta xwe de kovar derkevin.
Evdo û Çeko xebatkarên Kurdistan Pressê bûn, bawer im carna li buroyê jî radiketin; rojek têr, rojek birçî bûn, bêîmkanî pişta wan/me şikandibû. Evdo xebatkarekî bênav bû lê carna meqale û hevpeyvînên xwe bi navê A. Fewzî dinivîsand. Nivîsek wî bi heman navî di hejmara 9/1985 a Berbangê de heye. Nivîs li ser romana Mehmed Uzun a ”Tu” ye. Ji xwe wê demê kes navê xwe yên rasteqîn bi kar nedianî. Naznav di rewacê de bûn. Abit wek Evdoyê Kurdistanpress dihat naskirin.
Em di 14-15ê Cotmeha 1989ê de di Konferansa Parîsê de bûn, ew li ser navê Kurdistan Pressê, ez li ser navê Medya Guneşî û Armancê li wê bûm. Evdo teyba wî destê wî de, kameraya fotoyê di stuyê wî de dixwest bi yên beşdarê konferansê re bi herkesî re hevpeyvîn bike; ji bo wî firset ev firset bû ku ji çar perçeyên Kurdistanê sîyasetmedar, akademisyen, şaxsîyetên navdar û herweha dostên kurdan li wê bûn û Evdo nedixwest vê derfetê ji dest berde. Digot; emê Kurdistan Press hefteyî derxîn divê malzeme destê me de hebin. Her weha di Konferansa Stockholmê a adara 1991ê de jî li ser lingan bû.
Piştre Kurdistan Press rawestîya. Rizgarî bi yên din re Hevgirtin-PDK ava kirin. Orhan Kotan vegeriya Tirkiyê bi alîkarîya SIDAya Swêdê bi navê ”Realîte” li Stenbolê kovarek derxist. Ji dîtinên xwe yên radikal 180 derece doş bû; di çerçewa Destûra Bingehîn a Tirkiyê de mafê hevwelatî ji bo kurdan diparast.
Evdo demek bi Hevgirtin-PDK re tevgerîya pişt re dev jî siyaseta bi rêxistinî berda; ji bo debara xwe bike dest bi şofêrtîya teksiciyê kir, xwe pir wesitand. Lê jiyana peneberîyê ne hêsa bû.
Dema ji mecbûriyetê şofêrtiyê dikir, carek di 2001de telefonê min kir, bahsa Berbangê kir. Berbang wê demê îzafî be jî bi rêk pêk derdiket û kêfa wî dihat. Digot, kîjan saetan tu li wê yî rojekê ez ê bêm serdana te. Wek întiba li ser min hişt ku bi aktîfî tiştekî nake, aciz bû ya jî min wisa fehm kir. Evdo pir qîmet dida weşanên kurdan, bi taybet jî yên prînt. Belkî ji wê yekê bû ku ew jî bi salan di Kurdistan Pressê de xebatkar bû û zanibû bi çi zahmetî amadeyîya weşanan tê kirin û digihîjin destê xwendevanan.
Piştî sala 2000î ji şûna weşanên prînt, malperên dijîtal yên online dest bi weşanê kirin. Kurd jî jê sûd wergirtin. Me jî bi navê kurdinfo.com dest bi weşanê kir. Abît jî di van malperan de meqale nivîsand. Gelewej org. ji geleneka wî bû him lê wê û him jî di malperên din de jî nivîsên xwe çap dikir. Rizgari, kurdinfo. rojeva kurdistan, rojakurd, nêrînaazad û rûpelanu ji wan malperan bû. Di van salên dawîyê de di medya sosyal bi taybet jî di facebookê de aktîf bû û di her warî de dîtinên xwe dinivîsand û herweha bêşdarî gelek civînan dibû û dîtinên xwe raste rast digot.
Di 16ê adara 2012ê de mêvanek min Sirac tevî malbata xwe ji Almanyayê dihat, piştî nîvro bû êz di rê da bûm, diçûm Balafirgeha Skavstayê. Skavsta-Nykoping ji Stokholmê zêdetir 100 km dûr e. Di rê da telefonek ji min re hat, Evdo bû. Me halê hev pirsî, Ji bona nivîsa min ya kurdinfoyê ya bi navê ”Abant-Amed du civîn du encamên cûda” destxweşîyê li min dikir û digot, em vê nivîsê di malpera Gelawêjê de jî çap bikin. Ji derveyî geleneka ku ez jê dihatim, cara yekem bû ku yek li min digerîya û ji bo nivîsa min, ez pîroz dikirim. Ev bala min kişand û pê kêfxweş bibûm. Divê ez vêya jî eşkere bikim, wexta min bi wî re bi telefonê xeber dida, min bi destekê erebe dajot, hindik mabû tûjê qezayekê jî bibim.
Di 10 salên dawiyê de bi taybet jî dema Hewildana Partiya Kurdistanê ku di encamê de PAK ava bû, heval û dostaniya me hin zêdetir bû, di sohbetên hevalan de, di şevbirkan de em gelek caran dihatin ba hev; bi saetan sohbet dikir; zêdetir bahsa siyasetê û serpêhatiyên xwe dikir, reng dida şevbirkan, kêfçî û henekçî bû û dobre dobre bû.
Berê du salan wexta nexweşîya wî xuya bû em pir kes pê şoke bûn, yekî wek wî li ser xwe bi vê nexweşîyê ketibû; nexweşî pê nediket. Pandemiya Covidê ya du salên dawiyê jî derdek ser derdan bû û têkiliya însanan bi hev re qut kiribû. Ancax bi telefonê meriv halê wî dipirsiya ew jî zêdetir bi wasiteya Çeko.
Di 30 Nîsana 2022ê de li ser kitêba xwe ya, "Kultureke Politik û Paradîgmayeke Nû" civînek li dar xist. Berê civînê li ser face xwe digot, yên nexweş in, ya jî diquxin ji kerema xwe re bila neyên civînê. Bahsa hesasiyeta nexweşîya xwe dikir.
Evdo yek ji wan Rizgarîcîyan bû ku li derveyeyî welêt kurdî fêr bibû û ew jî wek gelek penaberên kurd dereng zewicî; daweta wî li Halonbergenê li restorantekê li dar ket. Şahîyek gelek xweş bû ji hemû rêxistinan însan di daweta wî de beşdar bûn. Abit zavayê mala Xaco ye ne, bi Henderin xan re zewicîbû; malbetekê ku di dîroka Kurdistanê de navê wan heye. Bavê du zarokan bû. Mîran û Goran êdî mezin in.
Evdo di 65 saliya xwe de, di 12ê Hezîrana 2022de li Stockholmê ji qanserê wefat kir. Dê ciyê wî di nav civata kurdên Swêdê de her xuyan be. Gelek dost û hevalên wî bi mirina wî xemgîn bûn. Rihê şad be, serê gelê kurd sax be.