AFP: Di teqîna Serêkaniyê de 3 jê leşkerên tirk, 16 kes hatin kuştin

.

Hejmara kuştiyên êrîşa bombeyî ya îro li Serêkaniyê ku bi ser xala kontrolê ya hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdar de hat kirin zêde bû.

Li gorî ragihandina Ajans France Press (AFP) ku dispêre Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) di teqîna îro 10ê Kanûnê ya bi ser xala kontrolê ya hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdar de, 3 ji wan leşkerên tirk 16 kes hatin kuştin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li ser teqînê ragihandiye ku îro Pêncşemê li demjimêr 15:25an bi otomobîleke bombebarkirî êrîşek li Serêkaniyê hatiye kirin û 2 cendermeyên wan hatine kuştin û 8 jî birîndar bûne.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne