Xelîl Mistefa ragihand ku hêzên koalîsyonê bi helîkopteran ji esmên çavdêriya herêmê dike û got ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), ku YPG pêşengiya wê dike, dijî operasyona Artêşa Tirk ya gengaz xendek kolandine û eniyên xwe xurt kirine.
Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) îdia dike ku li herêma Minbicê 350 leşkerên koalîsyonê hene û piranîya wan Amerîkî ne.
Li gor nûçeya Agence France-Presse AFP’ê, SOHR, jêderên leşkerî yên herêmê û rojnameya El-Vatan diyar dikin ku koalîsyonê hêzên nû û çekên giran şandine Minbicê.
Rêvebirê Civata Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebu Adil jî da zanîn ku ew gefên Tirkiyê cidî dibînin û got ku koalîsyona navneteweyî hêzên xwe yên li Minbicê zêdetir kiriye.