Agahiyên nû li ser gora bi kom ya Semawe tên belav kirin

Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan ya Kurdistanê ragihand, ew texmîn dikin derdora 170 kes di gora bi kom ya Semawe de hatibin binaxkirin.

Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan ya Kurdistanê ragihand, ew texmîn dikin derdora 170 kes di gora bi kom ya Semawe de hatibin binaxkirin.

Berdevkê Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan ya Kurdistanê, Fuad Osman got, hetanî niha hestî û pirûskên 113 kesan di gora bi kom ya Semawe de hatine derxistin. Ev jî nîşan dide hejmara wan kesên ku di wê gorê de hatine binaxkirin, ji amara ku beriya niha hatibû ragihandin, zêdetir e.

Fuad Osman her wiha got, vedana wê gorê heta du rojên din jî xilas nabin. Bi texmîna me derdora 170 kes di wê gorê de hatine binaxkirin.

Beriya niha hatibû gotin ku derdora 90 kesan di wê gorê de hatine binaxkirin.

Berdevkê Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan da zanîn, li devera Semawe du gorên din jî hene û got, piştî vedana wan goran dê bermahiyên cenazeyan bo Bexdayê bên şandin da ku têsta DNA were kirin, paşê dê bi merasimekê derbasî Kurdistanê bên kirin û li devera Germiyan bên veşartin.

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn