Agir bi bazara Qeyserî ya Kerkûkê ket!

Şeva borî agir bi bazara kevin a Kerkûkê girt û ji ber agir bi dehan dikan şewitîn û zirareke mezin gihişt dikandaran.

Hate ragihandin ku di demjimêr 00:15ê şevê de agir bi Bazara Qeyserî ya Kerkûkê ya li naverasta wî bajarî girt û ji ber agir beşeke berçav a bazarê şewitî û bi sedan dikadar jî zirar dîtin.

Hate gotin ku ji ber ku beşeke bazarê cihê firotina cilûberg û bêhn bû, agir bi awayekî bilez zêde bû û tîmên berevaniya şaristanî bi zehmetî karîn şewatê bitefînin û herwiha dikandar jî nekarîn beşeke kelûpelên xwe rizgar bikin.
 

Hate ragihandin, kontakta karebayê bûye sedema derketina şewata bazara Kerkûkê.

 

Bazara Qeyserî yek ji deverên şûnwarî yên Kerkûkê ye, ku di serdema Osmaniyan de hatiye çêkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin