Jiber operayonên leşkerî yên dewleta Tirkîyê daristanên Bakurê Kurdistanê dişewitin, ajalên li daristanan jîyan dikin di şewatan de tên sotin.
Li bakurê Kurdistanê navçeya Licê ya Amedê agirê ku li Taxa Arikli ya Licê ya Amedê bi daristanê ket, piştî demekê gihaşt bax û baxçeyan jî. Şênîyên taxê bi derfetên xwe mudaxileyî şewatê dikin.
Rojên borî jî di encama şewatên daristanên Licê de gelek ajal û dar şewitîbûn.