Bordûman û topbarankirina sînorên Herêma Kurdistanê ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve berdewam e û ji ber wê bordûmanê jî agir bi derdora hejmarek gund û Çiyayê Metîn ketiye, heta niha jî agir nehatiye kontrolkirin.
Tê gotin ku, ji ber vê bordûmanê agir bi derdora wî gundi û gundê Sergelî Sigêr ketiye ku dikevin quntara Çiyayê Metîn, heta niha jî agir nehatiye kontrolkirin.
Li gor zanyariyên ku niştecihekî gundê Sergelî xelkê gund bi armanca parastina zevî û baxên xwe hewl didin agir kontrol bikin, lê agir berdewam e û heta niha ne xuya ye ka çend dinom zeviyên wê navçeyê şewitî ne.
Hevdem agir bi beşeke zêde ya daristanên Çiyayê Metîn ketiye û hê agir nehatiye kontrolkirin,
Rûdaw