Agirê li Amedê gihişt sînorê Xarpêtê

.

Agirê ku di encama operasyonên Artêşa Tirkiyê de li navçeya Dicle ya parêzgeha  Amedê destpêkiribû gehişte sînorê parêzgeha Xarpêtê.

Ji ber operasyonên berdewan ên li Bakurê Kurdistanê agir bi daristanên hinek parêzgehên wê dikeve. Herî dawî li navçeya Dicle ya parêzgeha Amedê li gundê Pîrêjman ku di 1 Hezîranê de piştî operasyonên artêşa Tirkiyê agir  bi daristanan ketibû, ew agir hêj berdewam dike.

Li gor agahiyên belavbûne agirê li Çiyayê Gorse destpêkiriye hêj nehatiye vemirandin û ziyanek zêde gihandiye daristanên wê navçeyê.    

Li aliyê din çavkaniyên xwecihî ragihand ku vemirandina agir ji aliyê leşkeran ve tê astengkirin û ji aliyê wan ve  gef li tîmên agirkujiyê tê xwarin ku ew agir ne vemirînin û ji wan re dibêjin ku “Ew devera terorîsta ye. Eger ew der hemû bişewite, terorîst jî namînin.”

Xelkê deverê jî ji bo ku agir negihije sînorên navçeya parêzgeha Xartpêtê bi makîneyên kar xendek kolan û berê agir dan aliyek din. 

Herwiha hate ragihandin ku li deverê ji ber ku darberû zêde ne, leşker nikarin bimeşin û bi zanebûn agir bi wan daran dixin.

Çiyayê Gorse ku niha agir lê berdewam e, di 4ê Adara îsal de bi biryarnameya 3399 ya serokomariya Tirkiyê, heya 31ê Kanûnê, wek Devera Ewlehiyê ya Taybet hatibû ragihandin. Aliyek wî çiyayî dikeve nav sînorê parêzgeha Xartpêtê û aliyê din jî dikeve nav sînorê parêzgeha Amedê.  

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'