Agrîna Kurd a 10 salî di pêşbirka Matematîkê de bû yekema cîhanê

Keçeke Kurd a temen 10 salî ya ji Rojhilatê Kurdistanê, di pêşbirkeke hizîr ya Bîrkarîyê (matematîk) de li ser asta cîhanê pileya yekem bi dest anî.

Navenda Nûçeyan- Li Kambodîya keça Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê, Agirîn Îbrahîmî ku 10 salî ye, di pêşbirka Bîrkarîyê de ku li welatê Kambodîyayê birêve çû, pileya yekem bi dest xist.  

Zehra Ebdulrehman xaltîka Agrîn Îbrahîmî ji Rûdawê re ragihand: “Agrîn Îbrahîmî  beşdarî pêşbirkeke Bîrkarîyê ya cîhanî ya bi navê UCMAS bû ku li welatê Kambodîyay û bi beşdarîya 4,000 kesan hat lidarxistin, ku karî pileya yekem li ser asta cîhanê bi dest bixe.”

Zehra Ebdulrehman herwiha bal kişande ser wê yekê ku “Agrîn xelka bajarê Urmîyê ye û xwendekara pola carê ya seretayî ye, sala derbasbûyî li ser asta parzemîna Asyayê li welatê Malîzîyayê beşdarî di pêşbirka Bîrkarîyê ya UCMAS de kiribû û pileya yekem bidestxistibû. Îsal jî beşdarî di heman pêbirkê de li welatê Kambodîyayê kir û careke din bû yekem.”

Şermîn Yûsif Bedirxan, dayika Agrîn jî ji Rûdawê re ragihand: “Ji temenê 5 salîyê ve me keça xwe şandine ber xwandinê û niha temenê wê 10 salî ye. Ew di maweya 8 xûlekan de dikare bersiva 200 pirsên matmatîkê bide.”

Agrîn ku temenê wê 10 salin , karî di dema 8 xulekan de , 200 pirsîyarên Bîrkarîyê bersiv bide.

Rûdaw

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne