Ahmed Kanî: Term: Awêneya sosyolojiya kurdan

.

Ahmed Kanî

Romana kurdî, di nava edebiyata kurdî de roj bi roj weka stêrka sibehê diçirise û digihîje asteke wisa ku êdî meriv dikare romanên kurdî li gorî temayan bisinifîne. Ez dixwazim di vê nivîsa xwe de li ser romana Hisên Kemal a bi navê “TERM”ê rawestim û wê di nava romanên tarza klasîk a cîhanê de bi cih bikim. Roman awêneya sosyolojiya kurdan a pêncî sal berê ye.

Nivîskar Hisên Kemal xwe spartiye folklora kurdî. Di serê romanê de wiha nivîsiye; “Heta ku ez li jiyanê bim, her ku min bi wî zimanê te hînî min kir, çîrokek bihîst, her ku di qisetekê de navên Hz. Elî, Seyîd Betalê Xazî, Mem, Zîn, Siyabend, Xecê, lawikê Zembîlfiroş, Edûl, Dewrêş… bihurîn, her ku birîneke axa min hat gotin, her ku tiliyên min li kompîturê ketin û li pey hevdû di monîturê de peyv rêz kirin… Bes te ji bîr nakim dayê.”

Cîhana romanê, li ser kuştina Habîlî ji aliyê birayê wî yê bi navê Qabîl ve bi vegotin û we’izên Mele Emerê Hafizî hatiye avakirin. Serdar bi xweşikî, başî û qenciya xwe dişibe Habîl ê ku ji aliyê Qabîl ve hatiye kuştin. Silêman jî bi kirêtî, nebaşî, bênamûsî û kujeriya xwe dişibe Qabîl ê ku birayê xwe Habîl kuştiye. Di navbera Habîl û Qabîlî de jî doza başî û nebaşiyê heye, li vir jî heman tişt heye yan bi gotineke din dualîzm heye. Cih/mekanê romanê, ji sê gundan (Berindir, Qanax û Sancax) ber bi sê bajaran (Amed, Riha û Semsûr) ve, berbelav dibe. Dema wê jî salên 1970’yan e ku Serdar jî wek şoreşgerên wê demê bi navê telebeyên ku bi kurdperwerî tên nasîn, tê pênasekirin.
Mijara romanê êş, mirin û kuştina navxweyî ye. Dîsa nivîskar di serê romanê de, mijar wiha pêşkêş kiriye: “Li gorî dîrokzan, filozof û mirovên biaqil, ev welat, welatê mirinê bû, bes mirinê li vî warî reh diavêt û ew şîn dibû.
Wan mirovên zana nedizanî, jîn û mirin li vî warî, ne du rastiyên dijber û dûrî hevdû bûn, gelekî nêz bûbûn. Bi hezaran sal bi xwarina hevdû xwedî dibûn, yekê xwîn dida ya din, yekê ya din dimijî.”

Nivîskar, di gera xwe ya li Semsûrê de, li ber deriyê mizgeftekê pîreke (Siltan) parsek a diranek di dev de mayî dibîne. Çîroka xwe li ser vegêrana vê pîrê dihone. Ev şêwe honandina romanê, wek sahneyeke sînemayê ji dawiya çîrokê dîmenekî dide xwîner, meraqa xwîner zindî dihêle heta ku bi flashbekan ji serê çîrokê ber bi dawiyê ve dihone. Di navenda çîrokê de, Serdar û Silêman cih digirin. Malbata Serdarî, ji eşîra ûsikê ya li serxetê û binxetê belavbûyî pêk tê. Malbata Silêmanî jî li navçeyên Bêsnî û Semsatê yên bajarê Semsûrê dijiyan. Bavê Silo Awzer, axayê gundê Qanaxê di hefsê de, bi Çoloyê ji eşîra beşikan, re hevnasîbû. Bo muxtariyê şer di navbera eşîra wî û ya emeran de derdikeve. Di wî şerî de li gundê Sancaxa Qerejdaxa Sêwregê, du mêran dikuje. Awzer jî bi kuştina mamosteyekî tirk ê ku navê bênamûsiyê pê ketiye, tê tewanbarkirin. Ew merivek mêrxas û comerd bû. Wî karekterê kurê xwe Silo ne dieciband, sedema neecibandina wî jî nexweşikbûna Siloyî hatiye nişandan.

Di romanê de gelek çîrokên cuda cuda cih digirin. Wek mînak Îso, kurê biçûk ê Teyarê ûsikî dema li Îzmîrê leşker e, keça dozgerekî tirk bi navê Menekşe (Binefş), dibe aşiqê wî. Pê re direve tê nava eşîra ûsikiyan. Kekê Îso, Nûh, mezinê malbatê mehra wan li hev dibire û wan dişîne binxetê, cem ûsikiyên li wê derê. Dozgerê bavê Binefşê salixê wan ji Pirsûsê digre. Hêzeke mezin a leşkerê tirk dişîne ser ûsikiyan. Nûho hemû eşîra xwe, çi li serxetê çi li binxetê komî ser hev dike. Bi awayeke rêk û pêk berxwedaneke mezin nîşan dide. Dewlet wek her gav bi dek û dolaban Nûho dide girtin. Lê Nûho Îsa yê birayê xwe û bûka xwe Binefşê nade dest. Di vê bûyerê de nivîskar xwestiye peyama ku dema kurd bi tifaq bin, dijmin nikare bi wan re derkeve serî. Bi bûyerên hevkuştinê jî peyama lewazbûna kurdan daye xwîner.

Di romanê de behsa qira ermeniyan jî hatiye kirin. Teyarê ûsikî, Garbîsê fileh û malbata wî ji qirkirinê rizgar kiriye. kurê Garbîs Hecî Behram qenciya bavê Nûho ji bîr nekiriye. Dostekî baş ê Nûho ye, dema xebera wendabûna Serdarî tê bihîstin, ji bo salixan jê bigire dikeve nav hewldaneke mezin. Li Amedê ji nas û dostên xwe pirsa Serdarî dide kirin.
Karekterên sereke yên romanê, Serdar kurê Bozan e. Ji Gulîzera keça Temoyê hevalê Awzerî hez dike. Xalê Serdar Nûho jî rêberê malbata xwe ye. Çolo, diya wî Xensê û hevjîna wî Eyşê cihek mezin di romanê de girtine. Awzer, hevjîna wî Zubêdeya keça elewî ku bi saya pîrekî elewî pê ra zewiciye. Zubêde hewl dide ku zarokên xwe di dibistanên dewletê de bide xwendin, lê bi ser nakeve. Ez bawer dikim ku ev roman têra xwe balkêş e.
Di encamê de ez dikarim bibêjim ku ev roman, romaneke realist e. Xwendina wê herikbar e. Ji Weşanxaneya Wardozê, di gulana 2021’ê de derketiye.

Çavkanîya nivîsê: Xwebûn

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'