Hunermendê Kurd ê navdar, Ahmet Guneştekîn bersiva rexneyên Wezîrê Derve yê Tirkiyê Suleyman Soylu yên derbarî pêşangeha xwe da û got: “Erka Wezareta Navxwe misogerkirina aştiya welat e, rêlibergirtina her provokasyonekê ye. Ev karê wî yê sereke ye. Di pêşangehê de gelek nav nedîtine behsa wan diike û dibêje ev di Jûra Bîrê de hene? Ez bersiv didim. Belê, navên ku tu behs dikî hene.”
Hunermend Ahmet Guneştekîn di 16ê cotmehê de li Ameda Bakurê Kurdistanê pêşengeha xwe bi navê “Jûra Bîrê” vekir. Ev pêşengeh rastî hinek rexneyan hat û yek ji wan kesên ku rexne kirî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Suleyman Soylu bû.
Ahmet Guneştekin ji bo bersiva rexneyan îro 23ê Cotmeha 2021ê li Amedê li gel Serokê Odeya Bazarganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya û çend kesayetên din civîneke rojnamevanî saz kir.
Guneştekin da zanîn ku pêşangeha wî ji roja vebûye heta îro rastî eleqeyeje baş hatiye û got: “Dema hatim vir, min got ku ez têm mala xwe. Bi rastî min bersiva hemû pirsên ku meraq dikirin da. Bêguman pişt re gelek bûyeran rû da, lê min xwest ku ji roja ewil de li hember hemûyan bêdeng bimînim.”
Guneştekin got: “Hevalno, hûn dizanin erka sereke ya Wezareta Navxwe çi ye? Erka wezaretê ew e ku aştiya welat misoger bike û welat ji her provokasyonek muhtemel dûr bixe ye. Di pêşangehê de gelek nav nedîtine behsa wan diike û dibêje ev di Jûra Bîrê de hene? Ez bersiv didim. Belê, navên ku tu behs dikî hene.Vîdyoyek bîranînê li dawiya korîdora 5 heye ku bi rastî ji bo min yek ji girîngtirîn karên vê pêşangehê ye. Ew di sala 1909 de dest bi lêpirsînê dike. Niha di sala 2021an de ne. Ji Ev video heya ku ez bijîm dê berdewam be. Berhemeke neqediyayî ye. Mamoste Aybuke jî heye. Yasîn Boru jî heye. Eren Bulbul jî heye. Ma ew ne zarokên me ne? Eger parçebûna cenazeyê Ceylanê min biêşîne, mamoste Aybuke ya ku li Êliha ez lê ji dayik bûme bi guleyekê cane xwe ji dest daye û mirina Erenê ku temenê wî bi Yasîn 16 re ye jî ji bo min wisa ye.”
Hunermendê Kurd Guneştekin, Cemîle Çagirga ya li Cizîrê di dema şerê xendeqan de li hewşa mala xwe bibû armanca êrişan û jiyana xwe ji dest dabû û ji ber ku nehiştin cenazeyê wê rakin nexweşxaneyê, dayika wê ji bo ku cenazeyê keça wê xera nebe di sarincê de veşartibû bibîr anî û got: “Eger zarokê ku 9 rojan di wê sarincê de hatibe hiştin da ku laşê wî xirab nebe, û laşê wî parastî be, xwişka û zaroka min be, wê demê ew yên din jî zarokê min in.”
Serokê Odeya Bazarganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya diyar kir ku pêşengehek wiha ku li Amedê hatiye vekirin girîng û da zanîn ku ji bo pêşangehê eleqeyeke zêde heye û got, “Herikîneke zêde ya ziyaretvanan ji bo pêşangeha me heye. Helbet wê hin rexne di pêşangehên wiha de hebin? Hin kes dê vê xebatê bi perspektîfên cuda rexne bikin, lê divê em weke Amedê asta rexneya ku ev demeke dirêj e em diparêzin diyar bikin. Weke Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê ez lêborîna xwe dixwazim, bi taybetî eger me ew kesên ku li herêmê dilgiran an jî êşandî be.
Hunermendê Kurd ê navdar, Ahmet Guneştekîn roja 16ê Cotmehê li bajarê Amedê pêşangeheke karên xwe bi navnîşana "Jûra Bîrê" vekir û biryar e heta 31ê Kanûna 2021ê wate heta du mehan berdewam be.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu nerazîbûn li hemberî pêşangeha bi navê “Jûra Bîrê” ya şêwekarê navdar ê kurd Ahmed Guneştekîn nîşan dabû û gotibû: “Di vê pêşengeha jûra Bîrê de ew kesên ku li Durumlu hatin kuştin ma hebûn? Di vê Jûra Bîrê de ew kesên ku li gundê Tanişik hatibûn kuştin hebûn?”
Herwiha roja Sêşemî 19ê Cotmehê ji aliyê hejmarek kesan ve rastî nerazîbûn û piştre êrişê hatibû.
Grûpekê ku xwe bi “Însiyatîfa Ciwanên Amedê” nav kiriye, piştî berzkirina dirûşma "Amed ranezê, xwedî li bîra xwe derkeve" hin darbestên pêşangehê ji Sûran avêtin xwarê.
Wê grûpê di daxuyaniyekê got: “Tişta li vir dibe ne pêşangeh e, xiyanet e li hemberî nirxên gelê Kurd, nirxên gelê Amedê. Darbestên di bin navê pêşnagehê de tên nîşandan, cinayetên kiryar nediyar in. Wezîra Navxwe ya Tirkiyê ya wê demê Meral Akşener, destegul şandiye ji pêşangehê re. Ew ji aliyekê ve dikuje û ji aliyeke din ve jî pîroz dike.”