Ahmet Guneştekîn tabloyeke xwe dîyarî xebatkarên tenduristîyê kir

Hunermendê kurd Ahmet Guneştekîn tabloyeke xwe dîyarî xebatkarên tenduristîyê kir. Tablo di mezatê de dê bê firotin.

Navenda Nûçeyan -Ji bo piştgirîya xebatkarên tenduristîyê hin wênesazan tabloyên xwe dîyarî xebatkarên tenduristîyê kirin. Di nav wan de hunermendê kurd Ahmet Guneştekîn jî heye. Guneştekîn tabloya xwe ya bi navê "Bargirê Zeûs" ku buhaya wê ya pîyaseyê li dor 150 hezar TL'yî ye dîyarî kirîye. Guneştekîn li Tirkîyeyê di nav 10 hunermendên pêşî de ye ku berhemên wan herî buha têne firotin û balê dikişînin.

Ji bilî Guneştekîn, hunermendên wekî Ahmet Oran, Azade Koker, Devrim Erbil, Ekrem Yalçindag, Kemal Onsoy û hinên din jî hene ku berhemên xwe dîyarî kirine. Pereyên ji mezatê bêne bi dest xistin dê dîyarî Weqfa Fakulteya Tibê ya Stenbolê bikin.

Artam Antîk A.Ş. mezatê li dar dixe. Berhemên di mezatê de bêne firotin di navbera 27-30'yê vê mehê li ser malpera Artam Antîkê dê bêne pêşkêş kirin û 30'yê vê mehê bi awayekî online di mezatê de dê bêne firotin.

Ji bo agahîyên zêdetir:

ARTAM ANTÎK A.Ş.

Ahmet Guneştekîn ev berhema xwe 'Bargirê Zeus' dîyarî kirîye.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e