Navenda Nûçeyan- Li gor zanyarîyan Ahmet Turk ku berî niha neştergerîya çav bûbû, îro li Enqereya paytexta Tirkîyê ji ber acizîya çavên xwe bo nexweşxaneyê hat rakirin.
Li nexweşxaneyê piştî kontrolan biryar hat dayîn ku Ahmet Turk îşev di bin pişkinîn û çavdêrîya pîzişkan de bimîne.
Herwiha hat zanîn ku tenduristîya Ahmet Turk niha baş e.