Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdinê Ahmet Turk ku bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve ji kar hatine dûrxistin, dibêje siyaseta îro li Tirkiyê tê meşandin dûrî hiqûqê ye lewma metirsî heye ku hikûmeta Tirkiyê ji bo navçe û bajêr din jî qeyûman dane.
Ahmet Turk derbarê mijara qeyûman de rexneyan li CHPê dike û dibêje: “Tiştên îro bi ser Kurdan de tê ew zêde nîqaşê li ser nakin û heta niha ti alîkarî jî nekirine. Ew kesên ku dixwazin îro li ser vê axê demokrasî û hiqûq ava bibe mecbûr in ji niha de tekîliyan bi hev re danin û siyaseteke hevbeş bimeşînin. Em CHP baş nas dikin. Ew her tim di navbera xwe û Kurdan de mesafeyekê dihêlin.”
Turk banga siyasetmedarênHerêma Kurdistanê kir û got: “Em dixwazin li me xwedî derbikevin û ev siyaseta li hemberî me tê meşandin bila rexne bikin. Bila dengê xwe bigehênin Tirkiye û cîhanê.”
Bi gotina Turk dema wan li şaredariyê dest bi kar kir qeyûm pêştir şaredarî zêdeyî milyarekê deyndar kiribûn qurişek jî di Kaseya şaredariyê de nemabû.
Ahmet Turk li ser mijara danîna qeyûman û hincetên hikûmetê yên bo dûrxistina wan hevpeyvînek ligel Rûdawê pêk anî.
Çima qeyûm li şûna we danîn û hûn ji kar dûrxistin?
Ahmet Turk: Siyaseta îro tê meşandin li dijî Kurdan e, û dixwazin di vê demê de gelê Kurd bêdeng bihêlin. Lîstike qirêj li hemberî gelê Kurd tê meşandin. Îro desthilatdariya Tirkiyê ji bo ew kes û aliyên nijadperest û şovenîst di bin bandora xwe de bihêle, dijminiya Kurdan dike û dixwaze bi vî awayî li ser linga bimîne. Em ji dîrokê jî baş dizanin; ew kesên ku yekparêziyê dikin, hemûyan ji xwe re dijmin derxistine û bi wî awayî xwe li ser lingan hiştine.
Em dixwazin li vî welatî di warê aştî, hiqûq, edalet û wekheviyê de guhertineke mezin çêbe û ev daxwaza gel e. Tekoşîna me ji bo paşerojeke xweş, azadî û demokrasiyê ye. Ev xebata me ne tenê ji bo Kurdan e, em dixwazin li ser vê axê li herêma me demokrasî ava bibe. Em baş dizanin eger demokrasî ava nebe alozî û astengî li pêş hemû gelan dê hebe. Lê berî her tişt gelê Kurd li hemberî vê siyasetê, bi hêzek û çoşeke mezin dikarin ramanên xwe bînin ziman û vala derbixin.
Tê gotin ku HDPê li Enqere û Stenbolê piştgiriya CHPê kir û ew serkevtin. Danîna qeyûman jî tola wê yekê ye. Hûn jî di vê baweriyê de ne?
Rast e, tolhildan jî sedemek e. Em baş dizanin şaredariyên Stenbol, Enqere, Îzmîr, Mersîn, Edene, Antalya û Hatay bi dengên me hatin guhertin. Li van bajaran rêjaya dengê me ji sedî 10 heta ji sedî 13ê ye û bandoreke zêde li encaman kir.
Li aliyê din îro li Rojhilata Navîn jî pirsgirêkên mezin hene. Divê demê de dixwazin dengê gelê Kurd bibirin. Gelê Kurd îro dixwaze di nava aliyên Kurdî de yeketiyeke berfireh a wan çêbibe, lê ew ji yekitiya berfireh a Kurdan jî aciz in. Ji ber vê yekê em dixwazin ji bo paşaroja gelê me, edaletê û jiyanake birûmet em siyasetmedarên Kurd hev guhdar bikin û fikir û ramanên xwe bi hev re parve bikin û siyaseta xwe bo gelê Kurd bimeşînin. Bêguman kêmasiyên me hene, jixwe ew jî dixwazin wan kêmasiyan bikar bînin daku yekîtiya me çênebe.
We derbarê xerciyên di heyama qeyûm de gelek belge belav kirin ku ji bo çi hatine xerckirin. Hikûmeta Tirkiyê dibêje we ji Qendîlê re pere şandine, wêneyên Ataturk û Erdogan rakirine û sistema hevserokatiyê anîne. Sedema danîna qeyûm van nîşan didin. Hûn ji bo van îdiayan çi dibêjin?
Hêj di roja yekem 1ê Nîsanê ya destbikarbûna me de waliyên Mêrdîn, Wan û Amedê ji Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi awayekî nivîskî daxwaz kirine ku me ji kar dûrbixin, lê hilbijartina Stenbolê ev yek hinek dereng xist. Çimkî li wê derê hinek alozî hebûn û hilbijartin dubare kirin. Bi rastî roja me dest bi kar kirî 406 milyon deynê şaredariyê û 600 milyon jî yê kanalên avê û jêrzemînê hebûn, wate milyarek deyn hebû. Dema me dest pê kir mûçeyçn karmend û karkeran nedabûn. Me gelek zehmetî dît heta ku em bikarin pereyên karker û karmendan bidin. Gotineke me ya Kurdî heye dibêje “Dikana Beko du qalip sabûn”. Rastî dema em hatîn du qalib sabûn di şaredariyê de nemabû û qurişek jî nehîştibûn. Baş e em dê çawa ji PKK û cihên din re pere bişînin. Ji roja me destpêkirî ve, serçavdêrên wan di şaredariyê de hene. Ew kesên ku belge dane me kesekî ji aliyê qeyûm ve hatiye danîn û kesekî Tirk e, û dibêje wijdana wî ew tişt qebûl nekirin.
We ji bo vê yekê doz vekeriye?
Niha derbarê me de doz vekirine. Em jî niha amadekariyên xwe dikin û dê di heyama heft rojan de bersiva wan bidin. Me kiryarên wan bi giştî aniye ziman û bi gelê xwe û medyayê re parve kir. Bertil weke diyarî pêşkeşî wezîr û Serokomar kirine. Li gor yasayan nabe diyariyek zêdeyî 200 dolaran be, lê wan bi qasî 168 hezar lîre diyarî dane. Belgeyên wan di destê me de hene. Bi rastî berê em bên gelek tişt derbarê wan de dihat gotin, lê min got heta belge nekevin di destê min de ez tiştekê nabêjim. Niha ew belge di destê min de ne. Dema Serokomar hat Mêrdînê 15 otomobîl, 40 minîbûs û 40 vîto girtin û ji bo wan jî 332 hezar lîre fatura birîne. Lê ez dikarim sibe wan ji te re bi 40 hezarin kire bigirim. Bi bihayê 277 hezaran xwarin daye wezîran. Dibêjin Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê hat Mêrdînê me xwarin da 4 hezar û 240 kesan, lê li Mêrdînê ti cihek nîne ku ew qas kes bikarin lê bicih bibin û xwarînê bixwin.
Tirsa we heye ji bo bajar û navçeyên din jî qeyûm bên danîn?
Rastî jî ew tiştên dikin bêhiqûqî ye û bi awayekî nehiqûqî siyaseta xwe dimeşînin. Ji ber vê yekê ew dikarin her tişt bikin. Eger bi awayekî hişmendî û aqilane hereket nekin dikarin her tişt bikin. Lê di rastiyê de bi wan kiryarên xwe zerarê didin desthilatdarî û hikûmeta xwe.
Eger sibe hilbijartineke pêşwext pêk bê bi nêrîna te dengê HDPê piştî wan qeyûm dê kêm bibe yan jî zêde?
Ti gumana me jê nîne dê zêde bibe. Hinek kes xwe nêzîkî qeyûm dikin, gel bixwe gelek ji wê yekê aciz e. Îro bandoreke xirab li ser gelê heye lewma nikare tevbigere. Em 50-60 kes kom dibin, lê 3 hezar polîs derdora me digirin. Gel jî vê dibîne. Ew kesên tevlî me dibin, zarokên wan ji kar diavêjin û gefan li wan dixwin. Bi rastî jî bareke giran li ser mile gel e. Tevî vê yekê jî gel li paşeroj, doz û partiya xwe xwedî derdikeve. Eger bibêjin ka gel çi dibêje ez dikarim sibe li Mêrdînê 100 hezar kes kom bikim.
Ji CHPê berbijêrê serokomariya Tirkiyeyê Muharem Înce û çend kesên din serdana we kir. CHP wan kesayatan dişîne yan jî ew bixwe têne serdana we?
Em CHP baş nas dikin. Ew her tim di navbera xwe û Kurdan de mesafeyekê dihêlin. Tiştên îro bi ser Kurdan de tê ew zêde nîqaşê li ser nakin û heta niha ti alîkarî jî nekirine. Lê niha em di heyamekê de ne ku metirsî li ser demokrasiyê çêbûye. Ji ber vê yekê ew kesên ku dixwazin îro li ser vê axê demokrasî û hiqûq ava bibe mecbûr in ji niha de tekîliyan bi hev re danin û siyaseteke hevbeş bimeşînin. Em di wê baweriyê de ne ew jî dizanin ku îro tiştê tê serê Kurdan dê sibe were serê wan jî. Loma divê em aliyê demokrasiyê berfireh bikin.
Biryar e Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu serdana Amedê bike. Daxwaza hevdîtinê ji we kiriye?
Na, ti daxwaza hevdîtinê ji min nekiriye, ew dê ji Amedê derbasî Êlihê bibe. Ew ji bo beşdarbûna dawetekê diçe Êlihê, lê dema bê Amedê dê hevalên me jî bibîne.
Hûn di navbera wan de cudahiya fikir û raman dibînin? Çimkî piraniya ew kesên têne serdana we kesên bê peywir in û ne di rêveberiya CHPê de ne.
Rast e bêpeywir in, lê ew kesên xwedî peywir jî dê bêne. Kiliçdaroglu bixwe jî piştî danîna qeyûman li min geriya. Zêdeyî hezar akademisyên û kesên demokrat li min geriyane.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji we re çi got?
Kiliçdaroglu ji min re got derbasbûyî be û ev kiryar weke zilmekê bi nav kir. Lê ev ji me re nebes e. Tiştê ji me re pêwîst em bikarin bi hev re ji bo demokrasiyê gavan bavêjin. Em nabêjin bila HDP û CHP bêne keleka hev. Em dibêjin ku ji bo demokrasiyê xebateke nûjen bikin. Daxwaza me ev e, em dizanin siyaset û îdeolojiya me ji ya CHPê cuda ye.
Baş e çi hêviyên we yên berbiçav ji CHPê hene?
Em dixwazin CHP demokrasî, edalet û hiqûqê biparêze û gelê Kurd li hemberî xwe weke metirsî nebîne. Çimkî gelê Kurd jiyaneke dûr û dirêj ligel gelê Tirkiyê derbas kiriye. Eger îro Kurd werin hembezkirin, mafên wan bê dayîn û çanda wan were naskirin ti pirsgirêk dê nemînin. Em dibêjin divê dest ji vê siyaseta heta îro hatiye meşandin berdin û nasnameya gelê Kurd nas bikin. Eger siyaseteke bi vî awayî bimeşînin dê ji bo demokrasiyê jî baş be. Rast e îro CHP partiya sereke ya opozisyonê ye û bandora wê li ser siyaseta Tirkiyê gelek zêde heye. Em dibêjin divê hêdî hêdî ew kesên demokrat dengê xwe li hemberî van kiryaran bilind bikin. Di heman demê de em dixwazin birayên me yên Kurd li Başûr dengên xwe bilind bikin.
Çi hêviyên we ji wan hene?
Em dixwazin li me xwedî derbikevin û ev siyaseta li hemberî me tê meşandin bila rexne bikin. Bila dengê xwe bigehênin Tirkiye û cîhanê. Di vî warî de me CHPê nîqaş dikin, lê em Kurdên xwe û siyaseta nîqaş nakin, bi rastî ev kêmasiyeke gelek mezin e.
Ev 50 sal e jiyana we di nav siyaseta Tirkiyê de derbas bû, gelek ezmûnên we hene, hûn ti caran ev qasî bêhêvî bûne tevî darbeyan jî?
Rast e em niha bi demeke gelek xirab re derbas dibin, di demên berê de jî me gelek zor û zehmetî dîtin. Di sala 1980an de li zîndanan zilmeke mezin li me kirin. Herwiha di sala 1994an de careke din gelek tişt hatin serê me. Vê dawiyê jî qeyûm danîn û em avêtin zîndanan, lê siyaseta îro tê meşandin siyaseteke cuda ye. Hemû saz û dezgehên dewletê bi gotina kesekî tevdigerin, ev metirsiyeke gelek mezin e. Minak di sala 1980an de zilmeke mezin hebû, lê hemû dezgeh û saziyên dewletê ne di bin bandora ew kesên darbe kirin de bû. Lê îro her tişt bi peyva yek kesî tê meşandin.
Baş e, hûn dibêjin niha ti bandora parlamentoya Tirkiyê nemaye?
Bi rastî jî îro ti bandora parlamentoyê li ser siyaset û hikûmetê nemaye. Îro ne parlamento lê Serokomar, wezîran diyar dike. Hinek yasayan diguherîne wan jî bi awayê “biryarê di hikmê qanûn de” dike.
Di nav Kurdan de jî ev nîqaş têne kirin û dibêjin ti bandora parlamentoyê nemaye. Hûn sineyî milet wate vegera bo nav xelkê pêşniyarê HDPê dikin?
Partiya me dikare wê biryarê bide, ez nikarin bi sere xwe derbarê wê de tiştekê bibêjim. Wek şexsî bibêjim, siyaset bi vî awayî nayê meşandin. Dixwazim behsa tiştekê bikim. Kesek hebû erdê xwe diçand lê tiştek jê nedihat. Ne tiştek ji erd dihat û ne jî xwediyê erd dest ji çandiniyê berdida. Dema koçer berê derbas dibûn, ji wî re digorin ne tu fedî dikî û ne jî erd fedî dike. Niha rewşa me jî ev e. Gelek caran rê li ber me teng dikin, lê em mecbûr in siyasetê bimeşînin. Sineyî milet ne xilasbûn e.
Hûn his dikin ku bi tenê ne?
Îro gelek tişt hatine guhertin. Minak di sala 2016an de qeyûman bandoreke zêde li ser gelan nekirin, ji xeynî gelê Kurd. Lê îro em dibînin gelê Tirk jî ji wan tiştên têne kirin nerazî ne. Dibêjin ku ev lîstikên qirêj in û dengê xwe derdixin. Eger em vegerin ser rastiya xwe em Kurd bi xwe alîkariya hev nekin, ên din dê ji mere çi bikin. Gelek parlamenter û kesayet hatin û çûn, lê ji Başûr dengeke bilind derneket. Gelê me jî ji vê yekê gelek dilgiran bûye, dibêjin çima li hemberî vê siyaseta tê meşandin bêdeng dimînin. Bi rastî jî siyaseta me siyaseta demokrasiyê ye. Desteya Bilind a Hilbijartinan ji bo berendambûna me ti pirsgirêk nedîtin, lê rayê dide qeyûm li şûna me bên danîn.
Ezmûna we ya siyasî gelek zêde ye, wek Ahmet Turk ji bo çareserkirinê çi pêşniyar dikî?
Divê Kurd tekiliyeke baş bi gelên din re jî deynin? Herwiha divê em maf û daxwazên xwe bi zimaneke zelal bînin rojevê. Pêwîstiya me bi diplomasiyeke berfireh, zimanke zelal û rêya siyasetê heye ku em daxwazin bînin ziman. Îro roj roja siyaset û diplomasiyê ye, bêguman rast e di demke kurt de Kurdan gelek alozî dîtin û şerê çekdarî kirine, lê bê siyaset, diplomasî û demokrasiyê serkevtin zehmet e. Divê em hemû li ser vê yekê bifikirin. Ji bo Kurd bi ser bikevin divê kongreya neteweyî pêk bînin. Ev li ser me Kurdan ferz e.