AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye

.

Serokwekîlê Koma AK Partiyê ya Parlamentoya Tirkiyê Abdullah Guler, di bernameyeke televizyonê de li ser amadekariyên destûra nû ya Tirkiyeyê daxuyanî dan.

Guler li ser pirsan got, “Di destûra bingehîn a nû de zimanê dayikê ne di rojeva me de ye.”

Herwiha Guler da zanîn ku mijara efûya giştî jî ne di rojeva hikûmetê de ye. 

Guler, wiha axivî: “Di rojeva me de lêborîna giştî û qismî tune ye, em hewl didin cezayên dadperwertir, bibandor, astengker bidin û aştiya civakê pêk bînin. Efû encamên rast dernaxe. Di destûra nû de zimanê dayikê di rojeva me de nîne. Divê Destûra nû bibe jîngeheke xebatê ku her beşên civakê bikaribe pêşniyar û hêviyên xwe derxe pêş. Armanca me ew e makezagoneke ku li gorî hemû şert û mercên sivîl, demokratîk û beşdariya giştî ya vê rewşê be.” 

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir