Li gor zanyariyên ku ji nav bajêr herî dawî bidestê Rûdawê ketine, Desteya Tehrîr el-Şam li nav bajêrê Efrînê ye, û niha hêza herî sereke ye li wî bajarê Rojavayê Kurdistanê û vê yekê jî tirsa xelkê Efrînê zêde kiriye. Siyasetmedar Dr. Welîd Şêxo jî dibêje metirsiya guhertine demografîk li Efrînê zêdetir bûye.
Karwanekî çekdaran ji nav Efrînê derdikeve û karwanek derbas dibe. Alek dadikeve û alek bilind dibe. Cade û kolanên bajarê Efrînê ji 4 rojan ve bûne meydana nimayişên serbazî. Lê li gor zanyariyên ku ji nav bajêr herî dawî bidestê Tora Medyayî ya Rûdawê ketine, Desteya Tehrîr el-Şam li nav bajêr e û ti gotin û dest di ser gotin û destê wê re tune ne.
Piştî ku çekdarên desteya navborî ku bi biryara Neteweyên Yekbûyî di nav lîsteya terorê de ye, tirsa xelkê Efrînê zêde bûye.
Akademisiyan û siyasetmedarê Efrînî Dr. Welîd Şêxo ji Bernameya Çavê Sêyem a radioya Rûdawê re got guhertina demografîk dê zêdetir bibe û rewşa civakî ya xelkê Efrînê dê dijwartir bibe.
Siyasetmedar Dr. Welîd Şêxo dibêje: “Guhertinên demografîk dê zêdetir bibin, ji ber ku pêştir her çend kêm be jî hinek malbat vedigeriyan, lê niha ew jî dê nemîne. Tirs la ba xelkê Efînê zêde bûne. Ti guhertinên mezin ên di berjewendiyên Kurdan de be, min ne bawer e pêk were.”
Derbarê helwesta siyasî, Endamê Rêveberiya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Fadî Merhê jî ji heman bernameya radioya Rûdawê re got tişta li Efrînê dibe di ser şiyanên ENKSê re ye.
Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Fadî Mehê got: “Tiştên dibin, zêdeyî hêza ENKSê ye. Em weke ENKSê tenê dikarin dengê xwe bigihînin Amerîkayê. Bi rastî ev tiştên li herêmê diqewimin di be sedema metirsiyan û dê wiha bike demografiya herêmê were guhertin. Jixwe berê penaberî hebû û car caran welatiyên me yên Efrînê vedigeran bajarên xweê lê niha ev yek nema.”
Li gor zanyariyên herî dawî ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji herêma Efrînê wergirtine, Desteya Tehrîr polîsên xwe yên Tîmên taybet ku bi navê K9 ji bo lêgerîna li mînên çandî li nav Efrînê û rêyên wê belav kirine. Li nahiya Şera jî, hin grûpên Desteya Saîron ala Desteya Tehrîr bilind kirine. Serê sibeha roja Yekşemê jî, balafirên Rûsya pêgehên Feyleq 3 ku rikabera Tehrîr el-Şam e li Kefer Cenê, û Vafelûnê bombebaran kiribûn, û herî kêm 2 çekdarên Feyleqê ji grûpa Siqûr el-Şemal hatibûn kuştin û hejmareke din jî birîndar bûbûn.
Rûdaw