Vedîm Mekarînko ku bi salan e di zanistiya Kurdî de xebatê dike wiha got:
“Eger Hikûmeta Kurdistanê alîkariyê bike, em dikarin li Zanîngeha Moskovayê lîsans, master û di warê doktorayê de beşa Kurdî vekin. Di zanîngeha me de Kurdolojî niha weke qada pisporî tê xwendin û ne beşeke bi serê xwe ye. Hem em dixwazin pirtûkaxaneyeke pirtûkên bi zimanê Kurdî vekin.”