Akademiya Kurdî li Stockholmê ji bo fermî kirina dersên bijarde yên bi zimanê dayîkê daxuyaniyek da û ji Tirkiyê xwest di zagona bingehîn a Tirkiyê de guhertinan pêkbîne.
Daxuyaniya Akademîya Kurdî li Stockholmê waha ye:
Ferqa di navbera qanûn û makezagonê çi ye?
Naveroka Makezagona Bingehîn a Tirkiyê li ser çi ye?
Kîjan makezagon li ser sîstema perwerdeya Tirkiye radiweste, dê zarokên kurd çawan perwerde bibin?
Ji bo dersên bijarte bi zimanê kurdî di makezagona Tirkiyeyê de guhartinên nû hewce ne. Lê hezarî mixabin aqilmendên tirk dîsan dixwazin kurdan bixapînin û kurdan ber bi Tirkiyetîyê bibin. Niha HDP, partiyên tirk û hin partiyên kurdan jî ji bo perwerdeya bi zimanê dayîkê li dibistanên Tirkiyê têkoşînê didin, diqîrin û diqîrin. Lê mixabin, qîjeqîj, qîreqîr, qareqar, barebar, qarînî û qîrînîya wan bêwate ye. Divê ew hemû giraniya xwe bidin ser guhartina qanûna bingehîn a Tirkiyeyê. Ji bo perwerdeya bijarte bi zimanê dayîkê guhartinên nû di makezagona Tirkiyeyê de hewce ne. Li Swêdê çar makezagon hene ku ji bo tevahiya welatî derbasdar in. Di van qanûnan de mafên kêmneteweyan û gelên kevngel/ xwecihî hatine garantîkirin. Ji bo tevahiya Swêdê jî qanûna dibistanê heye. Mafên herkesî /herkesê ku dixwîne di qanûnên Swêdê de hatiye bicîhkirin... Li vir tawan û sûc ne tenê dewleta tirk e, kêmasîyên siyasetmedarên Kurd jî hene. Ew nizanin çawa mafên xwe yên çandî, zimanî, civakî û siyasî bi dest bixin.
Divê her kes ”Qanûna sîstema perwerdeyê” bişopîne. Qanûn / yasa rêyek e ji bo guhartina perwerdeya sîstema Tirkiyeyî ye…Qanûn çawa çêdibin, çawa tên guhartin? Yasa/qanûn bi rastî çi ye, kî biryarê li ser qanûnan dide û pêvajo çawa encam dide? Ev mijar hemû qanûnî ne û bêyî guhartina qanûnan, fermîkirina zimanê kurdî ne gengaz e. Divê perwerdeya zimanê dayîkê di qanûna bingehîn de were pejirandin û biryarkirin.
Akademiya Kurdî daxwazê ji Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê dike ku bi pêşengîya wan qanûna bingehîn ya Tirkiyê bihê guhartin ji bo nasîna mafê gelê kurd ku ew gelê xwecihî û kevnargel e. Ji alîyê xwe ve Akademiya Kurdî li Stockholm´ê bang li dewletên ku Kurd wekî gelê xwecihî (xwemalî) lê dijîn dike da ku ew mafê Zimanê Kurdî wekî mîrata çandîya mirovahîyê nas bikin û kurd dest bi perwerdeya xwe yê zimanê zikmakî bikin. Daxwaza me ev e ku li van welatên ku kurd lê dijin Kurdî wekî tirkî, erebî û farisî bibe zimanê dibistanê û fermî. Kurd xwedî ziman, mîrata çandî, ol û warê xwe (territorî) ne. UNESCO di 21ê meha Sibata sala 1999an de bi armanca bîranîn ango parastina mafên nivîsandin û axaftina her netewe, hindiknetewe (kêmnetewe), herkesî/herkesê heye ku ew zimanê xwe azad bipeyve, bixwîne û binivîse. Ji bilî kurdan,divê mafên gelên xwecihî / gelên kevnare yên wekî Asurî, Suryanî, Ermenî û hindikahiyên din jî bihête parastin.
Em dubare dikin, Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di sala 1999an de 21ê Sibatê wekî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ragihand. Ji bo Kurdan, wateya vê rojê pir girîng e. Ji ber ku Zimanê Kurdî hîn jî bi gelek astengiyan re rûbirû ye).
Neteweyên Yekbûyî û Navandina Mafê Gelê Xwecihî/Kevnargel, 13ê Meha Îlona Sala 2007an
Biryara NY ya di derbara mafên gelên xwecihî ango kevnargel de balkêş e. Ew biryara balkêş di 13ê meha îlona sala 2007an de hat navandin (di benda 3an de…). Bingeha Danezana Neteweyên Yekbûyî ya di derbara mafên gelên kevnare / xwecihî de bendên mafê çarenûsê hene û kurd bi wan dikarin bigihîhe mafê xwe yê zimanê zikmakî. Em vê mijarê dubare dikin û dibêjin: “Divê Tirkiye guh bide NY û “Qanûna xwe ya Bingehîn” biguhirîne da ku mafên gelê kurd wekî gelê Xwecihî ango kevnaregel binpê nebe”. Akademîya Kurdî daxwazê ji NY dike ku kurd wekî gelê xwecihî li gorî bendên wê bigihîje mafê xwe yê zimanê zikmakî. Ne normal e ku neteweyek 50 mîlyon be, ji zimanê xwe bêpar bimîne. Zimanê dayîkê ango zikmakî hem mafekî mirovî û hem jî xwedayî ye û li gorî qanûnên NY, ew daxwazekî xwezayî ye.
UNESCO
UNESCO di 21ê meha Sibatê ya sala 1999an de bi armanca bîranîn ango parastina mafên nivîsandin û axaftina her netewe, hindiknetewe (kêmnetewe), herkesî/herkesê heye ku ew azad bipeyve û binivîse. Divê Tirkiye qanûna xwe ya bingehîn biguhirîne da mafê gelên xwecihî binpê nebe. Pirsgirêk di qanûna bingehîn de heye e û divê ew bihête guhartin da ku kurd bikaribin bi zimanê xwe nivîsînin, bipeyvin û bixwînin.
KONVERSIYONA ZAROKAN û ZIMANÊ ZIKMAKÎ
Naveroka Konversiyona Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî ji 54 bendan pêkdihê. Benda 30î di derbara mafê zarokên hindikneteweyan de ye. Li wan dewletên ku hindiknetewe tê de hebin, divê mîrasa kultura wan wenda nebe. Mafên hindikneteweyên kevnare yên zimanî, olî, çandî û hawayê jîyana wan dihê parastin da ku ew mîrasa kevnare wenda nebe. Zarokê/a ku ji hindikneteweyekê be ango jî aîdî kevngelan be, mafê wî/wê yê ziman, çand û olî heye. Peymana Konvensîyona Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî, mafên ferdekî/ê (her zarokek) heye ku ew bi zimanê xwe perwerde bibe û nasnameya xwe nas bike (bend: bend 8, 28, 29, 30, çand bend 31).
Akademiya Kurdî li Stockholmê daxwaz ji Tirkiyê kir ku Qanûna Bingehîn ya xwe biguherîne. Ji alîyê din ve em bangê Yekitiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî jî dikin ji bo guhartina Qanûna Bingehîn a Tirkiyê.
01.01. 2021 / 12.01.2023
AKADEMÎYA KURDÎ LI STOCKHOLM
Sekreterê Akademiya Kurdî
Dr. Najmaddin KARÎM
Serokê Akademîya Kurdî
Doktoremend Maruf YILMAZ