AKPê bo hilbijartinê hêviya piştgiriya Başûr dike!

Di van rojên ku bo hilbijartinên herêmî namzet diyar dibin de, dîsa ji kulîsan agahî tên ku li ber çavê AKPê rêvebiriya Başûrê Kurdistanê şêrîn bûye.

Li gor medyaya Tirkiyê, ji bo hilbijartina şaredariyan, di rapirsînên ku AKPê jî kiriye de, bo Esenyurta navçeya Stenbolê wek namzetê CHPê navê Sezgin Tanrıkulu derdikeve pêş. Beramberî vê, tê gotin ku AKPê jî dike ku Mehdi Ekerê Parlamenterê Amedê, li hember Tanrıkulu weke namzet destnîşan bide. 

Herwiha di nav kulîsê de serdana Ekerî bo Hewlêrê ya ku beriya mehekê pêk hatibû tê bibîrxistin ku wate jê, daxwaza piştgiriya AKPê ji rêvebiriya Başûrê Kurdistanê ye.

Tê gotin, bo dengên Kurdan jî webigire, di anketan de ji CHPê navê Sezgin Tanrıkulu derdikeve pêş ku AKP jî dixwaze li hember Tanrıkulu, Mehdi Eker derîne pêş wî. Di kulîsan de bibîr dixin ku Mehdi Ekerê Parlamenê AKP yê Amedê, beriya mehekê, çûbû serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û tê gotin, bo dengên kurdên Bakurê Kurdistanê derbasî AK Partiyê bikin, piştigirî ji Barzanî xwestine.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin