Hat ragihandin ku di encûmena parêzgariya Duhokê de biryar hatiye dayîn ku bajaroka Akrê ya girêdayî parêzgehê bi fermî bibe paytexta pîrozbahiyên Newrozê.
Hat zanîn ku biryar li gor yasayên encûmenên parêzgehên herêma Kurdistanê hatiye wergirtin û dê ji niha şûn de Akrê wek paytexta pîrozbahiyê Newrozê bi fermî bê naskirin.