AKRÊ - Ji ber şer gund vala dibin

.

Berpirsekî Rêxistina CPTyê ya Amerîkî ragihand ku doh ji ber şerê artêşa Tirkiyeyê û gerîlayên PKKyê, 3 gundên navçeya Akrê ya parêzgeha Dihokê hatin valakirin.

Qeymeqamê Akrê jî diyar kir ku du gund ji sala 1991ê ve vala ne.

Kameran Osmanê endamê tîma Rêxistina Tîmên Aştiya Civakî (CPT) ya Amerîkî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Ji ber zêdebûna bombebaran û operasyonên artêşa Tirkiyeyê, 3 gundên sînorî yên nahiyeya Dînarteyê ya navçeya Akrê hatin valakirin.”

Kameran Osman ku rêxistina wan girîngiyê dide tomarkirina binpêkirinên Tirkiye û Îranê yên li Başûrê Kurdistanê anî ziman:

“Ji ber bombebarana zêde ya dronên artêşa Tirkiyeyê û metirsiya operasyonên bejahî yên li herêmê, gundiyan gundên Nipax, Bêrkekur û Kafyayê yên li berpala Çiyayê Gareyê vala kirin.”

Qeymeqamê Akrê Dilawer Bozo jî li ser mijarê ji Rûdawê re da zanîn:

“Du ji wan gundan berê jî vala bûn û kes lê nedijiya. Em nizanin çima niha tê gotin ku hatine valakirin.”

Qeymeqamê Akrê Dilawer Bozo her wiha got:

“Li gundê Kafyayê koçer hebûn û ew berî demekê bêyî agahdarkirina me û aliyên ewlehiyê vegeriyane wî gundî.

Niha jî piştî ku du welatî li sînor şehîd ketin, wan biryar da ku gund vala bikin, yanî ne vegera wan û ne jî çûyîna wan bi agahdariya aliyên berpirsyar bûye.”

Li gorî amarên CPTyê, ji ber şerê gerîlayên PKK û artêşa Tirkiyeyê yê li Başûrê Kurdistanê, heta îro 183 gund bi tevahî vala bûne û metirsiya valabûnê li ser 602 gundan heye.

RUDAW

Kurdistan Haberleri

Partiyên Kurdistanî: Divê Mezlûm bi hemû aliyên kurd ên Rojava re bişêwiriya
Rubio bi Hişyarîya Dijî Tundîyê, Piştgirî Dide Peymana HSD û Şamê
Pentagonê ragihand: Gelo wê Amerîka ji Sûriyê vekişe?
Serokê ENKSê: Naba rêkeftina “Ebdî – Şera” li ser maf û çarenivîsa gelê Kurd be
Naveroka peywendiya telefonî ya di navbera Serok Barzanî û birêz Mezlûm Ebdî