Al, ziman û kelayên Kurdistanê pîroz in....
Çima?
Kelayên Kerkûk, Hewlêr, Amed, Amediyê, Erzurum, Pasîn, Estel (Mîdyad,) Mêrdîn, Qers, Ûrmiyê, Sine, Qeladiz, Ravenda (Efrîn), Raba (Dêrik), Namo (Mahabad).... Welhasilî her bajarê kevin yên Kurd eslen bajar-dewletên destpêka civakbûna mirovayetiyê ne û miletê Kurd ji destpêkê heta îro ev ûrd û warên xwe neterikandine. Miletê Kurd bi ziman, çand û tekoşîna xwe ya ji destpêka dîrokê heta niha ji hemî gel û miletan zêdetir mafê dewletbûnê bidest xistiye: Belam du pirsgirêkên girîng em asteng kirine; yek pir stratejîk û xweşikbûna welatê me, yek jî kesayetiya me ya ku ji xelkê re merd û ji hev re dijmin û qelaş em anîne vê astê. Di vê yekê de jî kes û hêzên ji xelkên ji derve re hatine re ceşîtî dikin pir bi tesîr bûye. Ev yek di dema Medan de jî çêbû û a niha jî dil heye çê bikin.
Bawer bikin caran ji dijmin zêdetir em zirar didin hev.
Kurdistan dergûşa şaristaniya dunyayê ye. Welatê avzêya ziman, çand û pêşkeftinên felsefî, zanistî û baweriyan e. Berî deh hezar sal di van axan de ziman û çand hebû, lê aliyên din yên dûnya tarî bûn. Zimanê Kurdî berhemê vê dewlemendiya bêdawî ye. Jiber vê ye ku bi hezaran sal hatibe dagirkirin jî dîsa jî ziman û çanda xwe, raman û mirovayetiya xwe ji hemî miletên din bêhtir parastî ye.
Ev sir ji kû tê?
Bila her kes vê yekê bifikire. Miletê Kurd bi zaravên xwe yên xweşawaz Kirmanckî (Kurmanciya jorîn) Kurmancî, Soranî (Kurmanciya jêrîn) û bi dehan zarav û devokên din, bi çîrok û xeberoşkên bê hempa, bi destan û serpêhatiyên bêdawî, bi kilamên dengbêjên nemir bi qasî ku bi sedan sal têrê civaka Kurd bike dewlemend e.
Divê Kurd li van xwedî derkevin. Pirtûkan bixwînin, dengbêjan kom bikin, wêjeyên devkî berhev bikin, û berî her tiştî jî divê zarava xwe baş fêr bibin, eger derfet çêbû zaraveke din jî fêr bin, eger nebû jî qe nebe qasî ku baş fêm bikin serê xwe pê bihêşînin.
Mixabin di vî warî de hema hema qasî dijmin, siyasetvan, rêxistin û qaşo hin rewşenbîrên me jî gelek zirar didin ziman û çanda vî miletê mezin, mixabin ew wek endemaek ji vî miletê esil û zengîn bê hay in ku ew di nav deryayeke ew qas mezin de ne. Ji bilî vê yekê jî, jiber nezantî yan jî jiber bêkesayetî caran zirarên wisa mezin li miletê xwe dixin ku mirov caran difikire ku eger dewleteke dagirker bi mîlyonan pere xerc kiriba nedikarî ev zerar bidaba miletê Kurd...
Bila kes jibîr neke ku li welatê din pir tişt cûda ye lê li Kurdistan Kirmanckî bi Kurmancî, elewî bi sûnî, êzdî bi miletê xwe yê Kurd bi wate ye.
Hemin ev mijar bi serê xwe divê bihête şêrove kirin, lê dixwezim bala vê yekê bikişînim ser me, ku hêz û hesta Kurdayetiyeke saxlem û nexilavkirî dikare bibe çareseriya hemî pirsgirêkên me yê siyasî, olî, zimanî û çandî. Jiber ku dagirkeran wek esil armanc ev yek dane pêş xwe ku Kurdayetiyê tune bikin û ancax bi vê yekê ve dikarin Kurdistana me daîm di bin dagirkeriya xwe de bigrin. Ev warê wek bihişt û ev welatê avzêya şaristaniyê ew qas girîng e ku dunya li ser vê rastiyê siyaset ava dikin. Ew dizanin Kurdistan çi qas girîng e lê em nizanin. Mîna şêrekî di nav lêpên çeqelan de her kesek dixweze parçeyek jî vî şêrî biqetîne. Jiber vê ye her zarav, dîn, mezheb, eşîret û partî ji bo nokta yên me yên ku ew wek zeefiyeta me bikar bihînin û wê jî bikin hinceta parçekirin û dagirkirina me. Eger em vê zeefiyeta xwe vegerînin hêza hebûna dewleta xwe, em dê bes xwe rizgar nekin, em dê mirovayetiyê jî fêrî welatên dewr û ber bikin, ku ew heta niha di nav siyaseteke nemirovane hatine birêvebirin. Ev yek jî ancax bi avabûna Kurdistana Serbixwe û Yekbûyî bi derfet e. Wekî din her tişt dê ji me re mirin û trajedî, ji dunyayê re jî şerên bêdawî bîne.
7 Avrêl 2017