Albûma Saîdê Goyiyî meha borî derketibû û tê de 6 stran hene. Albûma “Jinê” di rêza 12an de ketiye nava lîsteyê.
Albûma Saîdê Goyî ya bi navê “Jinê” di nava lîsteya Transglobal World Musicê ya meha Tîrmehê de cih girtiye.
Transglobal World Music Chart (TWMC) her meh lîsteya albûmên cîhanê diweşîne. Di lîsteyê de 40 albûm hene.
Albûma Saîdê Goyî di rêza 12yan de ye û ev jî tê wê wateyê ku ev albûm li cîhanê bi kemanî di 60 radyoyan de stranên albüme hatine weşandin.
Di lîsteyê de mînakên mûzîka cîhanê hene ku di meha Tîrmehê de Fatoumata Diawara di rêza yekê de ye. Kayhan Kalhorê hunermendê kurd bi albûma xwe ya tevî Toumani Diabaté weşandiye, di rêza duyem de ye. Albûma bi navê “The Sky Is the Same Colour Everywhere” albûmeke enstrumantal e.
Transglobal World Music Chart (TWMC) beriya niha albûma Alî Dogan Gonultaşî ya bi navê “Gexî” di meha Tîrmeha 2022yan de xistibû lîsteyê. Ev albûm heta meha Sibata 2023yan her di lîsteyê de mabû.
Albûma di Hezîranê de derketiye
Saîdê Goyî di meha Hezîranê de albûma xwe weşandiye. Di albûmê de 6 stran hene. Du stran yên Goyiyî bi xwe ne, yên din stranên Gelêrî ne.
Di albûmê de Alî Dogan Gonultaşî û Alî Tekbaşê solîstê Lawjeyê û Bêwar Tekbaşî jî bi dengên xwe tevkariya Saîdê Goyiyî kirine. Di albûmê de forma dengbêjiyê û muzîka rojavayî bi rengekî serkeftî hatine ba hev. Saîdê Goyiyî stranên gelêrî û yên ku wî amade kirine, bi dengê xwe û şêweya xwe ya dengbêjiyê ev form bi serkeftî gîhandiye hev û albûmeke taybet ji bo muzîka kurdî derxistiye holê. Her çend enstrumanan rengek dabin albumê jî, stranbêjî û derhênerê muzîkê yê albûmê, car caran bi tenê dengê Goyiyî bikar aniye. Strana “Lo Şivano” mînaka vê ye. Dengê Saîdê Goyiyî yê hêza xwe ji kûrahiya dîrokê ya Botanê digire, bêyî ku enstrumanek bê bikaranîn, di vê strana dengbêjiyê de xuya dibe.
Beşek ji stranên hatine hilbijartin rîtmîk in û tevî yên din, behsa beşên cuda yên jiyana rojane yên civaka kurdan dikin.
Alî Dogan Gonultaş him derhênerê muzîkê yê albumê ye û him jî aranjoriya stranan kiriye.
Saîdê Goyî dengbêjekê navdar ê ê ji Robozikê yê herêma Botanê ye û bi salan e bi muzîkê ve mijûl e.
Saîdê Goyiyî di sala 2022yan de jî bi navê “Stranên Dilê Min” albûmek derxistibû. Di albûmê de 4 stranên ku gotin û muzîkên wê Goyiyî bi xwe amade kiribûn hebûn. Alî Dogan Gonultaşî di vê albûme de jî aranjorî kiribû.
Derbarê Transglobal World Music Chart (TWMC) de
Ángel Romero (WorldMusicCentral.org, DYA), Araceli Tzigane ve Juan Antonio Vázquezî (Mundofonías, Ispanya) di bihara 2015an de TWMC ava kiriye. Armanca wan ew e ku torekê ji rêxnegirên muzîkê ava bikin. Her meh û her dawiya salan lîsteyan ji muzîka cîhanê diweşînin.
Çavkanî: Bîanet
Ferîd Demîrel