Rêveberiya Girtîgeha hejmara 3 ya herêma Yamalayê ya Rûsiyê di daxuyaniyekê de ragihand, Aleksey Navalnî yek ji serokên opozisyona wî welatî roja Înê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da .
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di 16’ê Sibatê de, rewşa tendirustiya Aleksay Navalnî têk çûye û xebatkarên tendirustiyê yên girtîgehê destwerdana lezgîn kirine, lê mixabin hevkariya bijîşkan nebû alîkar û jiyana xwe ji dest da.
Sedemakê Kremlînê Dmîtrî Peskov jî ragihand, divê bijîşk sedema mirina Aleksey Navalnî lekolîn bikin û ji bo raya giştî eşkere bikin.