Alên PYD dê bi alên Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) bêne guhertin

Alên PYD dê bi alên Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ku ji YPG û hinek alîgirên rejîmê pêk tên, bêne guhertin

 

Hemû alên PYD li rojavayê bajarê Qamişlo hatin daxistin. Malpera fermî ya heman partiyê biawayekê ne yekser ev nûçe pişrast kir. Di daxuyaneka kurt de, li ser zarê  bîroya ragihandina rêveberiya xweser li kantona Cizîrê hatiye ku, "ala rêveberiya xweser nîne heta ku bê daxistin", lê behsa alên PYD nayê kirin.

Tê gotin ku daxistina alên PYD li Qamişlo li dûv rêkevtinekê di navbera alîgirên Abdullah Ocalan û rejîma Esed tê pêkanîn. Li gor gelek çavkaniyên herêmî, alên PYD dê bi alên Hêzên Sûriye Demokrat (HSD) ku ji YPG û hinek alîgirên rejîmê pêk tên, bêne guhertin.
(E.B)
 

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes