Alîgirên PKKê bi ser Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya li Swîsreyê de girtin

.

 Hejmareke kes ku di destê wan de flamayên PKKê hebûn hewldan têkevin avahiya Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya li Swîsreyê, lê polîsan rê li ber wan girt.

Îro danê nîvro komeke xwepêşander bi flama û dirşmên PKKê çûn ber avahiya nûnertiya Herêma Kurdistanê ya li bajarê Bernê yê Swîsreyê de û bi ser avahiyê de girtin.

Nûnerê Swîsre yê Herêma Kurdistanê Dr Fevzî Qedur ji Rûdawê re ragihand, koma ku alayên PKKê hilgirtibûn hatin pêşiya nûnertiyê, destpêkê dirûşmên PKKê berz kirinû piştre komek ji 9 kesan pêk dihat derbasî hundirê avahiyê bûn.

Fevzî Qedur da zanîn ku hemû endamên komê ku yek ji wan kêr pê re hebû,  ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Qedûr got, “Grûpa êrîşkar bi plan hatibûn û armanca wan êriş bû. Dirûşmên `bijî Apo` berz kirin. Dema em hatin ber avahiyê bi karmendekî me re diaxivîn û ji nişka ve êrîşî avahiyê kirin û çûn qata yekemîn, derî, pencere û kelûpel şikandin û baxçe têk dan."

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Swîsreyê da zanîn  ku wan “giliyê êrîşkaran kirine” û polîsan dest bi lêkolînan kirine û got: “Êrîşkar hatine tespîtkirin û yek jî kêr lige hebûye.”

“Bi tirkî diaxivîn”

Ji aliyê din ve Nûnerê Bernê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Serbest Nerweyî jî got, “Hinek ji xwepêşanderan ji Almanyayê hatine. Qaşo ji bo protestokirina Tirkiyê hatibûn, lê piraniya wan bi tirkî diaxivîn.”

Nerweyî got, “Piştî êrîşê gelek welatiyên me telefonî me kirin û gotin ku dixwazin werin avahiyê biparêzin. Lê belê me diyar kir ku pêwîstî bi vê yekê nîne. Em naxwazin pirsgirêk bi vî rengî mezin bibe."

Nûnerê PDKê di heman demê de  got, “Kesên hatine desteserkirin ji ber doza li dijî wan hate vekirin dê bêne dersînorkirin. Ji ber ku yasa wisa dibêjin.”

Çavkanî: Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir