Alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gihîştin Efrînê

.

Alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gihîştin bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ragihand, qebareya erdhejê mezin e û "Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dê li Efrînê bimîne".

Îro Înê 10ê Sibata 2023an, alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gihîşte bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed ji Kurdistan24ê re ragihand: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman da ku alîkariya ziyandîtiyên erdheja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bikin. Em li her derê xizmetkarê gelê xwe ne û bêyî ciyawazî em alîkariya her kesî dikin.”

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed eşkere kir: “Xelkê Rojavayê Kurdistanê gelek bi germî pêşwazî li me kir û em soz didin, her çi ji destê me were ji bo alîkarîkirina ziyandîtiyên erdhejê dikin.” Herwiha destnîşan kirî qebareya erdhejê mezin e û “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dê li Efrînê bimîne.”

Mûsa Ehmed herwiha eşkere kir: “Me nêzîkî 250 ton kelûpelên alîkariyê anîne Rojavayê Kurdistanê.”

ÇAVKANÎ:Kurdistan24

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Ji zanîngeheke Amerîkayê biryareke dîrokî: Êdî komkujiyên li hemberî Kurdan tên arşîvkirin
Netanyahu: Îran gefeke mezine li ser Cîhanê
Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye