Navenda Nûçeyan - Liser danûstandinên di navbeyna ENKS û PYD de, û nêzikbûna alîyên sîyasî li Rojavayê Kurdistanê, alîyên Kurdistanî bi geşbînî helwesta xwe ji bo wê proseyê ji Kurdistan24 re radighînin.
Berpirsek Partîya Demokrat a Kurdistanê dibêje, Serok Barzanî û Partî piştevanîyê li pêngavên yekrêzîya alîyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dikin û hewlên wan ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd li Sûrîyê berdewam in.
Alîyên din ên Kurdistanî jî, wekî PDK-Bakur, PSK, HAK-PAR, PAK ji bakurê Kurdistanê, heerweha HDP, ji rojhilatê Kurdistanê PDK-Îran jî, piştgirîya xwe ya vê proseyê anîne ziman.